Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro derdora demjimêr 16:00n li ser rêya Wan û Colemêrgê çêbû.
Otomobîla ku Yaser Orta diajot û ji aliyê Colemêrgê ve diçû Wanê, li qeraxa rê li kamyoneta bi plakaya 65 EY 983 ya parkkirî xist.
Du pismam mirin
Di qezayê de Yaser Orta û Yunus Orta yên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Her wiha 3 kesên ku ji heman malbatê û xizmên wan bûn birîndar bûn.
Hat zanîn ku ew ciwanên ku canê xwe ji dest da û yên birîndar bûn pismamên hev in û temenê wan li derdora 20 salî ye.
Li ser agahdarkirinê, polîs, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya li cihê bûyerê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê dest bi lêpirsînê kir.


.jpg&w=3840&q=75)
