Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Hewagê ya Rihayê Îsmaîl Yildiz, di çarçoveya "Prensîba Bipaşvebangkirinê" de ji peywira hevserokatiyê hatiye girtin.
Ew dê ji niha û pê de wekî Endamê Meclisa Şaredariya Hewagê bixebite.
Komîteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê li ser dûrxistina Hevserokê Şaredariya Hewagê Îsmaîl Yildiz daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar piştî nirxandina li ser "Prensîba Bipaşvebangkirinê" ya partiyê hatiye girtin.
Serkeftina DEM Partiyê ya li Rihayê
Di daxuyaniyê de qala encamên ku DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Rihayê bi dest xistine hat kirin û wiha hat gotin:
"Yek ji serkeftinên herî girîng ên partiya me di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Rihayê çêbû.
Partiya me li vê derê şaredariyên heft navçeyan bi dest xistin.
Her wiha di serî de şaredariya bajarê mezin, li gelek navçeyan jî piştgirî û rûmeta mezin a gel sitand."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku şaredariyên li Rihayê hatine bidestxistin bi awayekî pergalî hatine hedefgirtin û hat gotin:
"Li hemberî vê piştgirî û hezkirina gelê Rihayê ya ji bo partiya me, di serî de amûrên şerê taybet, her cure rê û rêbaz hatine bikaranîn.
Şaredariyên me heta îro bi awayekî pergalî hatine hedefgirtin û xwestine wan lawaz bikin."
Hevdîtinên bi Îsmaîl Yildiz re
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şaredarî tevî hemû êrişan jî bi nêzîkatiya xizmeta ji bo gel tevdigerin û ev tişt hatin gotûbêjkirin:
"Her hevalê me yê hilbijartî, di dema peywira xwe de ji bo nirxandina gel û partiya me vekirî ye û di heman demê de di bin kontrola saziyê de ye.
Şaredariya me ya Hewagê jî di vê çarçoveyê de hatiye nirxandin.
Erka pêşengiyê ya ku Hevserokê Şaredariya me Îsmaîl Yildiz ji hilbijartinan heta îro girtiye ser xwe, li gorî giliyên ku gihîştine partî û komîteyên me, ji nû ve hatiye nirxandin.
Di vê pêvajoyê de hem li gel Hevserokê me Îsmaîl Yildiz hem jî li gel hemû mixetabên din hevdîtinên pêwîst hatin kirin.
Li gorî Belgeya Helwestê ya ku di konferansa me ya dawî de hatibû qebûlkirin, Prensîba Bipaşvebangkirinê hat xebitandin.
Pêvajoya nirxandinê li ser vê bingehê bi dawî bû. Piştî hevdîtin û nirxandinên dualî, hevalê me Îsmaîl Yildiz ji erka hevserokatiyê hat girtin.
Ew dê ji niha û pê de wekî Endamê Meclisa Şaredariya Hewagê tevlî xebatên me bibe."



