Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê di merasîmekê de Komara Îtalyayê madalyaya "Siwarê Baş ê Xaça Mezin" da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ev nîşana herî bilind a rûmetdariyê ya Îtalyayê ye.
Di merasîmê de balyoz û konsulê Îtalyayê û çendîn kesayetên siyasî û dînî amade bûn.
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone di destpêka merasîmê de amaje bi dîroka madalyayê kir.
Tommaso Sansone ragihand ku ev rûmetdarî li gorî yasaya hejmar 13an a sala 2011ê hatiye damezirandin û ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê ve ji bo wan kesayetên ku di xurtkirina pêwendiyan de xwedî rol in tê dayîn.
Tommaso Sansone sedemên dayîna madalyayê ya Nêçîrvan Barzanî eşkere kirin û got:
"Ev yek ji bo pêgeha wî ya siyasî ya taybet e.
Nêçîrvan Barzanî çi wekî serokwezîr û çi jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê, di hatina şirketên Îtalyayê, vekirina nivîsgeha balyozxaneyê ya sala 2011ê û herî dawî jî di bilindkirina asta konsulxaneyê ya sala 2024an de xwedî roleke sereke bûye."
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana, Nêçîrvan Barzanî wekî "baştirîn parêzvan û derbirê pêwendiyên kûr" bi nav kir û ragihand:
"Serkeftina serdana dawî ya Barzanî ya Romayê, baştirîn belgeya van pêwendiyan e.
Ev madalya ji bo serkirdayetiya wî ya rasteqîn û hewlên wî yên berdewam ên ji bo diyalog û aştiyê ye."
Balyozê Îtalyayê her wiha tekez kir ku Nêçîrvan Barzanî her tim hêsankarî ji bo hêzên leşkerî yên Îtalyayê û 12 tîmên şûnwarnasiyê kirine ku niha li Kurdistanê dixebitin.
Nêçîrvan Barzanî: Ez bi wergirtina vê madalyayê serbilind im
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî wergirtina madalyayê, spasiya Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella kir û ragihand:
"Ez kêfxweş im û bi wergirtina vê madalyayê serbilind im.
Ev rûmetdarî ji bo pêwendiyên dîrokî yên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê ye."
Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola bibandor a Îtalyayê ya di şerê li dijî DAIŞê û perwerdekirina Pêşmergeyan de kir û da zanîn:
"Îtalya hevpeymanekî cihê baweriyê ye.
Em spasiya alîkariyên wan ên leşkerî û çandî dikin, bi taybetî tîmên şûnwarnasiyê ku nîşaneya girîngîdayîna kûr a Îtalyayê ya ji bo şaristaniyeta mirovahiyê ne."
Serokê Herêma Kurdistanê kirîna erd û avakirina avahiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê ya li Hewlêrê wekî "nîşaneya niyeta cidî ya Romayê ya ji bo mayîn û bipêşxistina pêwendiyan" bi nav kir.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya gotara xwe de ducare kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî beşeke girîng a Îraqê, wekî niştimanê aramî, bihevrejiyan û lêborînê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û destnîşan kir ku ew dê ji bo parastina mafên mirovan û azadiya jinan pêbend bin.
Madalyaya Stêrka Îtalyayê çi ye?
Madalyaya Stêrka Îtalyayê rûmetdariya herî bilind a medenî ya Îtalyayê ye ku li ser bingeheke qanûnî û destûrî ya hûr hatiye avakirin.
Ev xelat beşek e ji stratejiya dewleta Îtalyayê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên xwe yên li ser asta navneteweyî.
Pêvajoya dayîna vê madalyayê rasterast ji madeya 87an a Destûra Îtalyayê tê ku desthilateke temam dide Serokkomar ji bo dayîna xelat û rûmetdariyan.
Sala 2011ê bingehên dayîna vê madalyayê hatin nûkirin.
Pêvajoya biryardanê
Pêvajoya dayîna madalyayê bi vî awayî ye:
· Pêşniyara Wezîr: Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê navê namzedan pêşniyar dike.
· Şêwirîna Encumenê: Wezîr li gel Encumena Nîşanan a ku ji 5 endaman pêk tê dicive.
· Biryara Serokkomar: Nav ji bo serokê welat tên bilindkirin û ew jî piştî nêrîna xwe îmze dike.
Ev xelat ne tenê ji bo qada siyasî ye, ji bo rûmetdarkirina wan kesên ku di warên zanist, teknolojî, karên mirovî, bazirganî û hunerê de xwedî rol in tê dayîn.
Kê ev madalya wergirtiye?
Heta niha hejmarek kesayetên navdar û bibandor ev nîşan wergirtine:
· Mauricio Macri, Serokê Arjantînê yê salên 2015-2019an.
· Boyko Borisov, Serokwezîrê Bulgaristanê yê salên 2009-2021ê.
· Josh Green, Parêzgarê eyaleta Hawaiiyê ya Amerîkayê.
· Charlene Lynette Monaco, Şahzadeya Monakoyê.
· Horst Seehofer, siyasetmedarê navdar ê Almanyayê.
· Carlo Ancelotti, rahênerê navdar ê futbolê ku 5 caran wekî rahêner Lîga Şampiyonan a Ewropayê biriye.
· Fernando Alonso, şampiyonê Formula 1ê.
· Frank Sinatra, hunermendê efsanewî yê Amerîkayê.
· Grace Kelly, lîstikvana Amerîkayî ya xwediya xelata Oscarê.
· Fouad Twal, Patrîkê Qudsê.
· Myung-whun Chung, mayestro û piyanîstê navdar ê Koreya Başûr.
Gotara Tommaso Sansone
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê = Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone di merasîmê de axivî û got:
"Em ji bo merasîma dayîna madalyaya Stêrka Îtalyayê ya bi pileya Siwarê Baş ê Xaça Mezin ji bo Nêçîrvan Barzanî li vir in.
Ev madalya li gorî yasaya hejmar 13an a 3yê Sibata 2011ê hatiye damezirandin.
Ev rûmetdarî ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê ve li ser pêşniyara Wezareta Karên Derve ji bo wan kesên ku di bipêşxistina pêwendiyên dostane de xwedî rol in tê dayîn.
Nêçîrvan Barzanî çi wekî serokwezîr û çi jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê, di xurtkirina pêwendiyên dualî de roleke sereke lîstiye.
Di salên yekem ên piştî rûxîna rejîma Beasê de, rola wî di hatina şirketên Îtalyayê ya bazarên Îraq û Kurdistanê de gelekî girîng bû.
Her wiha di navbera salên 2007 û 2010an de di sazkirina pêşangeha Italy Expoyê de xwedî roleke sereke bû.
Sala 2011ê, piştgiriya wî rê li ber vekirina nivîsgeha balyozxaneyê li Hewlêrê vekir.
Pişt re sala 2016an bû konsulxane û sala 2024an jî bi hewlên wî yên berdewam ên li gel hikûmeta Bexdayê, asta wê ji bo konsulxaneya giştî hat bilindkirin.
Bi hevahengiya saziyên Kurdistanê û li ser rênimayên rasterast ên wî, alîkarî pêşkêşî hemû hêzên leşkerî yên Îtalyayê û 12 tîmên şûnwarnasiyê yên Îtalyayê hatiye kirin."
Gotara Niccolo Fontana
Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana jî di merasîmê de wiha axivî:
"Serok Nêçîrvan Barzanî, berpirsên siyasî, nûnerên dînî û mêvanên hêja.
Ji bo min û Konsulê Giştî Sansone cihê kêfxweşiyeke mezin e ku em we pêşwazî dikin.
Îtalya her tim hêvî dike ku desthilatdarên Kurdistanê bi yekgirtî bibîne.
Merasîma îro wê dostaniya rastîn nîşan dide ku Îtalya, Îraq û Kurdistanê bi hev ve girê dide.
Nêçîrvan Barzanî baştirîn derbir û parêzvanê van pêwendiyên kûr bûye.
Serkeftina serdana dawî ya cenabê wî ya Romayê, belgeya herî nû ya vê rastiyê ye.
Ev rûmetdariya ku ji aliyê Serok Sergio Mattarella ve hatiye dayîn, ji bo serkirdayetiya wî ya rasteqîn û hewlên wî yên ji bo diyalog û aştiyê ye.
Wî her tim hêsankarî ji bo çalakiyên hêzên leşkerî yên Îtalyayê yên li bakurê Îraqê kiriye.
Her wiha hevkariya aborî ya li gel şirketên Îtalyayê bi pêş xistiye û hevahengiya çandî xurt kiriye.
Bi navê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, ez îro bi fermî pile û bawernameya Siwarê Baş ê Xaça Mezin a madalyaya Stêrka Îtalyayê pêşkêşî cenabê wî dikim."
Gotara Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî wergirtina madalyayê axivî:
"Balyozê Îtalyayê, Konsulê Giştî yê Îtalyayê, Patrîarkê hêja, mêvanên bi qedr, êvarbaş û hûn hemû bi xêr hatin.
Ez bi wergirtina vê madalyayê kêfxweş û serbilind im.
Ez spasiya Serokkomar Sergio Mattarella, hikûmet û gelê Îtalyayê dikim ji bo vê rûmetdariya bilind.
Ev madalya ji bo pêwendiyên dîrokî yên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Îtalya her tim dostekî cihê baweriyê yê Îraq û Herêma Kurdistanê bûye.
Em piştgiriya dîplomatîk a Îtalyayê bilind dinirxînin.
Em bi wê rola girîng serbilind in ku Îtalyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de di şerê li dijî DAIŞê de lîstiye.
Piştgiriya leşkerî ya Îtalyayê û perwerdekirina Pêşmergeyan bandoreke girîng di parastina Herêma Kurdistanê û Îraqê de hebû.
Îro jî em bi wê hevkariyê kêfxweş in, bi taybetî di piştgirîkirina pêvajoya reforman û yekxistina hêzên Pêşmergeyan de.
Her wiha em spasiya Îtalyayê dikin ji bo parastina mîrateya mirovahiyê ya li Kurdistan û Îraqê.
Tîmên şûnwarnasiyê yên zanîngehên Îtalyayê xebatên zanistî yên girîng kirine û hîn jî didomînin.
Pêwendiyên me yên li gel Îtalyayê tenê di warê siyaset û ewlehiyê de nînin, di warên aborî, çandî û perwerdeyê de jî hene.
Avakirina avahiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê, nîşaneya niyeta cidî ya Îtalyayê ye ji bo bipêşxistina pêwendiyan.
Herêma Kurdistanê wekî beşeke girîng a Îraqê, dê her tim wekî niştimanê aramî, bihevrejiyan û lêborînê bimîne.
Em dê li ser parastina mafên mirovan, azadiyan û mafên jinan berdewam bin.
Ez ducare spasiya xwe pêşkêş dikim û bi serbilindî vê madalyayê werdigirim."


