Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ragihand ku Kurd niha li Tirkiyeyê li derveyî yasayê ne.
Mustafa Karasu diyar kir ku heta nasnameya Kurdan di yasayên Tirkiyeyê de cih negire, ne pêkan e ku Pirsgirêka Kurdan bi awayekî mayînde were çareserkirin.
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di bernameyeke taybet a Medya Haberê de li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û herêmê axivî.
Mustafa Karasu ragihand ku ji 24ê Gulanê ve ti hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatine kirin û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo derketina yasaya bingehîn gelekî hewl daye.
Karasu anî ziman ku Ocalan 24ê Gulanê reşnivîsek pêşkêşî Tirkiyeyê kir û biryar bû ku hikûmet vê reşnivîsê binirxîne û bersivê bide lê heta niha ti bersiv nehatine dayîn.
Karasu ev rewş wekî nîşaneya "nêzîkatiyeke necidî" bi nav kir.
Mustafa Karasu daxuyaniya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş a li ser yasayê rexne kir û pirsî: "Gelo pirsgirêk meseleya kesên tên yan nayên e?"
Karasu diyar kir ku dîtina pirsgirêkê tenê wekî "çekdanîn" ji aliyê gel û şervanan ve nayê qebûlkirin û tekez kir ku divê bi awayekî yekgirtî li meseleyê were nêrîn ku çareserî pêk were.
Guherîna stratejiyê
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê bal kişand ser merasîma şewitandina çekan a sala borî û eşkere kir ku wan stratejiya xwe guherandiye û ew êdî "rêbaza siyaseta demokratîk" tercîh dikin.
Karasu destnîşan kir ku ev guherîneke stratejîk e û ne taktîk e.
Karasu bi bîr anî ku 11ê Tîrmeha par çek hatin şewitandin lê dewletê bersiva vê gavê neda û gavên wan yekalî man.
"Kurd di yasayê de nînin"
Mustafa Karasu destnîşan kir ku divê nasnameya Kurdan bibe xwedî çarçoveyeke yasayî û got:
"Divê Kurd di yasayê de cih bigirin.
Niha bi gotinan dibêjin Kurd lê di warê hiqûqî, siyasî û destûrî de Kurd nînin."
Karasu anî ziman ku tenê dema cihê wê tê dibêjin "birayê min ê Kurd" lê di yasayê de cihê vê nîne.
Karasu xwest ku nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd, nasname û çanda wan biguhere.
Serdanên Îbrahîm Kalin
Mustafa Karasu amaje bi serdanên Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin ên Îraq û Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku Îbrahîm Kalin ji niha ve zemîna şerekî nû amade dike.
Karasu destnîşan kir ku hevdîtinên Kalin ên li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê gumanan li ser amadehiya şer çêdikin.
"NATO saziyeke şer e"
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê bal kişand ser Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê jî û ragihand ku NATO saziyeke şer e û ne ya aştiyê ye.
Karasu got ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi piştgiriya derve Kurdan biperçiqîne û hişyarî da û got ku Kurd êdî ne wekî berê bêhêz in û hesabê xelet dê ji îradeya gelê Kurd vegere.



