Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Hewlêrê Tommaso Sansone, di merasîma pêşkêşkirina "Xelata Stêrka Îtalyayê" ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de axivî.
Tommaso Sansone diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di xurtkirina pêwendiyên di navbera Îtalya û Îraq û Herêma Kurdistanê de roleke girîng lîstiye.
Sansone di axaftina xwe de anî ziman ku ev nîşan ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê ve, li ser pêşniyara Wezareta Karên Derve û nêrîna Konseya Nîşanê tê dayîn.
Îtalya vê xelatê dide wan kesên bijarte yên ku di bipêşxistina dostanî û hevkariya di navbera Îtalya û welatên din de xwedî ked in.
Rola sereke ya Nêçîrvan Barzanî
Konsulê Îtalyayê destnîşan kir ku dayîna xelata herî bilind a Nêçîrvan Barzanî, ji ber erkên wî yên siyasî û hevkariya wî ya nêzîk a li gel Balyozxaneya Îtalyayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê ye.
Sansone bi bîr anî ku Barzanî çi di dema Serokwezîriya Herêma Kurdistanê de û çi jî di dema Serokatiya Herêma Kurdistanê de ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî kedeke mezin daye.
Piştgiriya ji bo şirketên Îtalyayê
Sansone eşkere kir ku piştî rûxandina rejîma Beasê, di vekirina bazarên Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bo şirketên Îtalyayê Nêçîrvan Barzanî roleke girîng girtiye ser milê xwe.
Her wiha wî piştgirî daye lidarxistina pêşangehên "Italy Expo" yên ku di navbera salên 2007-2010an de hatine lidarxistin.
Sansone bal kişand ser pêvajoya bipêşketina nûnertiya dîplomatîk a Îtalyayê ya li Hewlêrê û got ku bi piştgiriya Nêçîrvan Barzanî sala 2011ê Ofîsa Balyozxaneya Îtalyayê li Hewlêrê hatiye vekirin.
Ev nûnertî sala 2016an bûye Konsulxane û sala 2024an jî gihîştiye asta Konsulxaneya Giştî.
Sansone ragihand ku li gorî fermanên Nêçîrvan Barzanî û bi hevkariya saziyên Herêma Kurdistanê, piştgiriya pêwîst ji bo hêzên leşkerî yên Îtalyayê hatiye kirin.
Her wiha piştgirî hatiye dayîn ji bo 12 tîmên şûnwariyê yên Îtalyayê ku li herêmê dixebitin.
.webp&w=3840&q=75)


