Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel ji bo ku erkê wî qediya xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de spasiya Balyozê Fransayê kir û ji bo erkê wî yê paşerojê jê re serkeftin xwest.
Wî hewl û karên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Berfirehkirina hevkariyan
Balyozê Fransayê jî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku her tim ji bo wî alîkar û piştgir bûne.
Patrick Durel bal kişand ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî di hevdîtinê de amade bû.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)