Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji ber ku heta niha rê girtî û xerabe ne, koçer nikarin derkevin zozanan.
Li zozanên bilind ên Pilûrê heta niha berf li erdê ye û rêyên wan deran girtî ne.
Li hinek cihan jî ji ber zivistana dijwar û şiliya pir rê têk çûne.
Koçerên li herêmê dibêjin ji ber ku nikarin herin zozanên bilind hilberîna wan a şîr û penîr îsal kêm bûye.
Ji ber ku zivistana wan zozanên bilind zû dest pê dike, koçer dikarin heta mehên îlon û çiriya pêşîn li zozanan bimînin û ji ber vê yekê dixwazin rojekê berî rojekê rêyên wan werin vekirin.
“Cihên xweş li jor in”
Ajeldar Silêman Çakan xwest ku rêyên zozanan bên vekirin û wiha peyivî:
“Divê rayedar di dema herî zû de rê vekin. Hinek pirsgirêkên rê hene. Hinek cih hene ku rêya wan di rewşeke xerab de ye. Divê ew beş werin çêkirin.
Îsal ji ber şert û mercên zivistanê yên dijwar ên li Pulurê, berfê rê girtiye. Cara dawî, ekskavatorek çû ku rê veke lê xortim teqiya û ew vegeriya.
Dibêjin ku van rojan wê were vekirin lê em pir dereng mane.
Divê em di dema herî zû de bigihin zozanên bilind. Li vir av kêm e. Cihên me yên xweş li deverên jor in. Li wir hilberîn zêdetir e.”
.jpg&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)