Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê (21) de, heta niha ji 413 kesî mînakên DNAyê hatine wergirtin.
Rojîn Kabaîş li Wanê winda bûbû û piştî 18 rojan termê wê li ber Gola Wanê hatibû dîtin.
Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojînê diyar kir ku parêzerên nû dosya wergirtiye û dest bi lêkolînê kiriye.
Kabaîş destnîşan kir ku heta niha di dosyeyê de ti bipêşketin çênebûye.
Nîzamettîn Kabaîş li ser mijarê got, "Em bi parêzerê xwe yê nû Abdurrahman Karabulut re çûn Wanê. Me li gel dozgeriyê hevdîtin kir.
Parêzer niha dîmenan dinirxîne. Çi lêkolînên ku berê nehatibin kirin, ew dê hemûyan ji nû ve bigire dest."
DNAya du mêran hat destnîşankirin
Xwendekara sala yekem a Beşa Bipêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, 27ê Îlona 2024an piştî ku ji şevîmanê derket, winda bû.
Termê wê piştî 18 rojan, 15ê Çiriya Pêşîn 2024an li qiraxa Gola Wanê, li Berava Mollakasimê hat dîtin.
Di rapora Saziya Bijîşkiya Dadî ya 10ê Çiriya Pêşîn 2025an de ku ketiye nav dosyeyê, hatiye diyarkirin ku di sîng û nava vajînaya Rojînê de DNAya du mêrên cuda hatiye tesbîtkirin.
Li ser vê yekê, ji bo tespîtkirina kesên ku îhtîmal heye di dema veguhestina cenazeyî de destê wan lê ketibe, xebateke berfireh a DNAyê hat destpêkirin.
Heta niha ji 413 kesan mînakên DNAyê hatine wergirtin ku xebatkarên ewlehiyê yên şevîmanê û zanîngehê jî di nav wan de ne.
'Di kamerayan de valahiyeke 15 deqîqeyê heye'
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş derbarê rewşa dawî ya dosyeyê de ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Kabaîş got, "Me li gel dozgeriyê hevdîtinek pêk anî. Dîmenên ku nîşan didin Rojîn di wan 3 rojên dawî de ketiye ber kîjan kamerayan û çûye ku derê, me wergirtin.
Parêzer niha wan dîmenan lêkolîn dike. Wî ji me re got ku çi pêwîst bike ew dê li ser bisekine."
Bavê Rojînê qala otomobîleke spî kir û wiha pê de çû:
"Parêzerê me dê li ser vê mijarê jî hûr bibe. Hemû xalên ku berê hatine paşguhkirin, dê ji nû ve werin nirxandin.
Dema Rojîn ji ber kamerayekê derbasî ber kamerayeke din dibe, valahiyeke 15 deqeyan heye.
Ew beş hatiye jêbirin. Pir eşkere ye ku di vê bûyerê de hewldana veşartinê heye."
Bavê Rojînê bal kişand ser kamerayeke din û got:
"Li aliyê din, li cihê ku telefona Rojînê lê hatibû dîtin, kamerayeke ku 360 pileyî dizivire heye.
Wê demê ji me re gotin ew kamera xera bûye û kesî ev yek neanî rojevê.
Lê piştre min bi telefona xwe vîdeoyek kişand û min bi çavê xwe dît ku kamera dizivire.
Eger dîmenên wê kamerayê hebin, ev bûyer dê bi carekê ve bê çareserkirin."
'Bipêşketinên girîng hene'
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî bi daxuyaniyeke nivîskî zanyarî parve kirin û got:
“Meqamê dozgeriyê diyar kir ku ew dê hemû daxwazên me yên di çarçoveya hiqûqî de bi cih bînin.
Hem Wezîrê Dadê hem jî dozgeriya lêpirsînê, bi helwesteke gelekî cidî û bibiryar dixebitin.
Ji bo silametiya lêpirsînê, ne rast e ku em delîlên hatine komkirin an jî dê werin komkirin, bi raya giştî re parve bikin. Lê pêşhatên gelekî girîng hene.
Baweriya me tam e ku dê kujer an jî kujeran bên girtin. Di rojên pêş de em dê daxuyaniyên pêwîst bidin raya giştî.”

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
