Êlih (Rûdaw) - Şeva borî li Êliha Bakurê Kurdistanê, li navendeke lojîstîkê agir bi depoyan ket û di encama de 25 depo bi temamî şewitîn.
Karsazên xwediyên van depoyan hemû hebûn û nebûna xwe di vî agirî de ji dest da.
Karsazekî diyar kir ku wî tenê di vê şewatê de 2-3 milyon dolar zerer kiriye.
Dema ku zerera her 25 depoyan were ser hev, rêjeya zererê qat bi qat zêdetir dibe.
"Keda 40 salî di saetekê de şewitî"
Ev şewata mezin li navenda lojîstîkê ya Êlihê rû da.
Di vê navendê de 25 depoyên zexîreyê, cil û bergan û kel û pelên xwarin, vexwarin û pakêtkirinê hebûn.
Lê belê ev depo hemû di vî agirî de bûn qirik.
Hîkmet Yeşîlmen karsazekî ji Êlihê ye û di vê navendê de 3 depoyên wî hebûn.
Li gorî gotina wî, tenê zerera wî derdora 2-3 milyon dolarî ye.
Karsaz Hîkmet Yeşîlmen li ser şewatê û zerera xwe got:
"Sê depoyên min hebûn. Eger em maliyeta nava wê hesab bikin 100-150 milyon bû. Zirareke cidî bû.
Ew jî ji xeynî lêçûnên înşeatê. Di ya min de ev qas heye, belkî di ya camêrekî din de zêdetir hebe.
Camêr hene çar pênc depoyên wî hene, belkî zererê wî çar qatê yê min be."
Bertekên li hemberî tîmên agirvemirandinê
Karsaz Ridwan Coşkun jî li ser şewatê got, "Zerereke zêde zêde mezin heye. Vaye jixwe hûn dibînin çawa ye. Zererekî zêde zêde mezin heye."
Di agir de ji bilî kel û pelên firotinê, otomobîl û wesayîtên barhilgir ên karsazan jî şewitîn.
Welatiyê bi navê Burhan Ozalp bertek nîşanî tîmên agirvemirandinê da û got:
"Tîmên agirvemirandinê di dema xwe de midaxale nekiriye. Tev bi hev re çûye.
Mesela hatibûna vê derê xira kiribûna, ew qas zerera yên din jî nedibûn."
"Nîvê kel û pelên Êlihê ji vir diçû"
Hevalê karsazekî zererdîtî jî li ser girîngiya depoyan got:
"Ev der jî depoyeke pir mezin e. Malê Êlihê nîvê wê ji vir diçe. Keda wan a 30-40 salî tev di nava saetekê de çûye."
Şahîze Yeşîlmena ku dayîka karsazekî zererdîtî ye got:
"Ez jî hatime ba zarokên xwe, malê zarokên min bû. Di kirê de bûn. Vaye jixwe dibînî çi zerereke mezin e."
Di vê şewata mezin de xwediyên depoyan hemû saman û heyîna xwe ya madî winda kir.
Ji ber ku agir bi şev derket, di wê kêliyê de tenê nobedarek li navendê hebû. Hat ragihandin ku ew nobedar jî bi saxî ji agir filitiye.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)