Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di pevçûneke bi çekan a li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê de endamekî wan hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku şeva çarşemê di pevçûneke bi çekan de li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê endamekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, navê wî endamê Supaya Pasdaran Yûsif Mihemedî bûye û ser bi Supaya Ensarulmehdî ya Zencanê ya Îranê bûye.
Hat ragihandin ku ew ji bo rûbirûbûna "komeke çekdar" çûne deverên sînorî yên parêzgeha Urmiyeyê.
Heta niha ti aliyan berpirsyariya kuştina endamê Supaya Pasdaran negirtiye stûyê xwe.
Ji dawiya meha borî û destpêka Tîrmehê ve çendîn caran li parêzgeha Urmiyeyê şer û pevçûnên bi çekan rû dane.
Yek ji wan pevçûnan 30yê Hezîranê li Mehabadê bû.
Fermandariya Hemzeyê ya Supaya Pasdaran li ser wê yekê daxuyaniyek belav kiribû.
Heman rojê, medyaya Îranê ragihand ku di encama êrişeke bi çekan a li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê de 2 pasdar hatine kuştin û 2 pasdar jî birîndar bûne.



