کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Sêmalkayê / Wêne: Arşîv

Deriyê Sêmalkayê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Mazin Elûş: Deriyê Sêmalkayê fermî ye

Nûşîn Hemê

Nûşîn Hemê

12-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûşîn Hemê
Nûşîn Hemê12-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Deriyan a Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê deriyekî fermî ye û vîzeya ku li wê derê tê dayîn li seranserî Sûriyeyê derbasdar e.

Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Mazin Elûş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şert û mercên derbasbûnê, wergirtina vîzeyan û rewşa qanûnî ya Deriyê Sêmalkayê bi hûrgilî nirxand.

Mazin Elûş  li ser pirsa "Gelo welatiyên dewletên Ereban û biyanî bêyî îstisna dikarin di Deriyê Sêmalkayê re derbasî Sûriyeyê bibin an qedexeyek li ser hinek neteweyan heye?" got:

“Welatiyên dewletên cuda yên Ereban û biyanî dikarin di Deriyê Sêmalkayê re derbasî nav axa Sûriyeyê bibin.

Ji aliyê Komara Ereban a Sûriyeyê ve ti lîsteyên qedexekirinê yên ku welatiyên hinek dewletan bi taybetî armanc dikin nînin.

Derbasbûna hemû geştyaran di bin kontrola pergal û qanûnên derbasdar ên saziyên peywendîdar de ye.

Bê guman, ev yek bi bicihanîna şertên derbasbûnê û wergirtina vîzeyê ya li gorî rêzikên diyarkirî yên dewletan pêk tê.”

Wergirtina vîzeyan a li ser sînor

Elûş li ser awayê wergirtina vîzeyê ya li Deriyê Sêmalkayê û cudahiya di navbera welatên ku vîzeya rasterast werdigirin û yên ku pêwîstiya wan bi vîzeya pêşwext heye de da zanîn:

"Mekanîzmaya dayîna vîzeyan a li Deriyê Sêmalkayê, heman pergala qebûlkirî ye ku li hemû deriyên sînorî yên Komara Ereban a Sûriyeyê tê bicihanîn.

Welatiyên wan dewletên ku pergala vîzeya li ser sînor wan li xwe digire, piştî temamkirina kar û barên rutîn û dayîna xercên diyarkirî, dikarin vîzeya xwe ya derbasbûnê rasterast li deriyê sînorî wergirin.

Lê belê, welatiyên wan dewletên ku pêwîstiya wan bi erêkirin an jî vîzeya pêşwext heye, divê beriya geştê vîzeya xwe bi rêya nûnertiyên dîplomatîk ên Sûriyeyê yan jî bi rêya Wezareta Karên Derve û Koçberan bi dest bixin.

Ji ber ku ne pêkan e ev vîze rasterast li ser sînor werin dayîn."

Mercên derbasbûna rojnamegeran

Mazin Elûş li ser rêkarên îdarî û qanûnî yên ji bo derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî jî ev agahî dan:

"Derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî di Deriyê Sêmalkayê re li gorî qanûn û rêzikên derbasdar tê kirin.

Divê rojnamegerên biyanî pêşwext li gel Birêvebiriya Ragihandina Derve ya Wezareta Ragihandinê hevahengiyê bikin.

Ev birêvebirî nivîseke fermî ya erêkirinê derdixe û ji deriyên sînorî re dişîne ku destûrê bide derbasbûna wan.

Bêyî temamkirina vê rêkarê, destûr nayê dayîn ku rojnamegerên biyanî derbas bibin lê gava ku erêkirina fermî digihe sînor, rojnameger an jî tîma ragihandinê li gorî qanûnan ji dayîna xercên derbasbûnê tên bexşandin."

"Vîzeya Sêmalkayê li hemû parêzgehan derbasdar e"

Mazin Elûş  li ser pirsa gelo Deriyê Sêmalkayê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve wekî deriyekî fermî tê naskirin û mohra wê destûrê dide ku mirov biçe parêzgehên din ên Sûriyeyê,  bi zelalî destnîşan kir ku derî bi temamî fermî ye û got:

"Deriyê Sêmalkayê deriyekî sînorî yê fermî ye û ser bi Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan ve ye.

Hemû rêkarên derbasbûna geştyaran û karên gumrikê li gorî qanûn û rêzikên derbasdar ên Komara Ereban a Sûriyeyê lê tên bicihanîn.

Her wiha, mohr û vîzeyên ku ji vî derî tên dayîn wekî belgeyên fermî û qebûlkirî tên dîtin.

Ev belge, bêyî ku hewcedarî bi rêkarên lihevkirinê yan erêkirinên zêdetir hebe, mafê çûn û hatina nav axa Sûriyeyê û serdana parêzgehên cuda dide xwediyê xwe.

Helbet, bi şertê ku pêbendî qanûnên rûniştinê û rêzikên derbasdar bin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên