Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ragihand ku divê di Sûriyeya nû de encamên siyasetên Erebkirinê di bin sîwana dadweriya veguhêz de werin çareserkirin.
Telal Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re li ser bandora wêranker a siyasetên rejîma Beasê yên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê axivî.
Mihemed daxwaz kir ku di qonaxa nû ya welêt de ev pirsgirêk bi rêyên hiqûqî û destûrî werin çareserkirin.
Telal Mihemed diyar kir ku desthilatdariya 50 salî ya rejîma Beasê ya li Sûriyeyê, bi awayekî sîstematîk hebûna neteweyî, çand û mafên rewa yên gelê Kurd ên li ser axa wan kiriye armanc.
Mihemed got, "Rejîma Beasê ya faşîst ji bo guhertina demografiya herêmê, dest bi Erebkirina deverên Kurdan kir.
Di vê çarçoveyê de projeyên wekî 'Kembera Erebî' hatin sepandin. Her wiha navên Kurdî yên hemû bajar, bajarok, gund û çiyayan bi navên Erebî hatin guhertin."
Banga li hikûmeta nû ya Sûriyeyê
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bangî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk gavên berbiçav biavêje.
Mihemed daxwaz kir ku ev mijar bi rêya diyalogeke niştimanî, zagonên nû û avakirina komîteyeke serbixwe ya lêkolînê were çareserkirin.
Sê daxwazên sereke
Mihemed daxwazên partiya xwe di sê xalên sereke de wiha rêz kirin:
Betalkirina zagonên cudakar: Pêwîst e hemû biryar û zagonên siyasî yên ku berê li dijî gelê Kurd hatine derxistin, bi taybetî projeya "Kembera Erebî", di warê qanûnî de werin hilweşandin.
Qerebûkirin û vegerandina mafan: Divê hemû welatiyên ku ji ber siyasetên Erebkirinê zerer dîtiye, mafên wan ên zagonî werin dayîn û erdên wan werin vegerandin.
Vegerandina navên resen: Navên Kurdî yên resen ên hemû gund, bajarok û deverên erdnîgarî ku ji aliyê rejîmê ve hatibûn guhertin, divê ji nû ve werin pejirandin û vegerandin.
Mîsogeriya destûrî û dadweriya veguhêz
Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku çareseriya van pirsgirêkan ne tenê bi biryarên demkî dibe, lê divê ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Wî her wiha diyar kir ku divê encamên siyaseta rejîma Beasê ya li ser Kurdan di çarçoveya "Dadweriya Veguhêz" de werin nirxandin û çareserkirin.
Telal Mihemed got ku bi vî awayî dê mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de bi awayekî wekhev werin mîsogerkirin.



