Hewlêr (Rûdaw) - Erkan Sakê 28 salî roja Pêncşemê li devera Komateyê ya gundê Xabûriyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê dema ku masî digirtin ket Çemê Xabûrê.
Lingê wî şemitî û tora wî li destê wî aliya û avê ew bi xwe re bir û winda kir.
Tîmên bin avê, xelkê gund û eşîrên derdorê 4 roj in bênavber lê digerin lê heta niha nehatiye dîtin.
Rûspiyê Eşîra Sindiyan Hecî Nîmet li ser xebatên lêgerînê got:
“Ji Bêşebab, Qilaban, Şirnex û Cizîrê xelk hatiye vê derê û li vî cenazeyî digerin.
Em spasiya her kesî dikin lê Xwedê heta niha ew nîşanî me nedaye.
Em hêvîdar in di demeke herî kurt de were dîtin da ku ev xelk ji vê tengasiyê derkeve.”
Şahidan cihê ketina avê ya Erkan Sak nîşan da û roja ewil makîneyên kar kevir şikandin û tîman xwe li wî cihî bin av kir lê tenê tora wî hat dîtin.
Dibe ku term gihîştibe Herêma Kurdistanê
Gundê Xabûriyê bi pêyan tenê 45 kîlometreyan ji gundê Nîzorê yê Zaxoyê dûr e.
Gundî dibêjin dibe ku avê termê wî biribe nav sînorên Herêma Kurdistanê.
Ji ber vê yekê ji xelkê Zaxoyê û gundên li ser Çemê Xabûrê dixwazin ku ew jî beşdarî lêgerînê bibin.
Muxtarê gundê Xabûriyê Segvan Tayîpogullarî anî ziman:
“Hêviya me ji gelê me yê Gulî û Sindiyan ew e ku ew jî li aliyê xwe beşdarî xebatên lêgerînê bibin.
Dibe ku avê ev termê me biribe heta gundê Nîzorê.
Gelê me yê Şirnex û Qilebanê bi hemû hewldanên xwe çend roj in li ser rûbar in.”
Hevjîna wî dûcanî ye
Erkan Sak 3 sal berê zewicîbû, kurekî wî yê 2 salî heye û hevjîna wî jî ducanî ye.
Her çi qas piştî 4 rojan li gund şîna wî hatibe danîn jî, dayîk û bavê wî hîn bi hêvî ne ku Çemê Xabûrê kurê wan bi saxî yan mirî li wan vegerîne.


