Silêmanî (Rûdaw) - Malbateke ji Rojavayê Kurdistanê ku li Silêmaniyê dijî îdia kir ku keça wan a 15 salî ji aliyê PKKyê ve birine Qendîlê.
Lê belê Asayîşa Silêmaniyê daxuyand ku ti bûyera revandinê çênebûye û keçik bi daxwaza xwe ji malê derketiye.
Li gorî malbatê, Menesa Mihemed Hemê roja îna borî piştî nîvro li ber mala xwe ya li Taxa Qulareysiyê ya Silêmaniyê winda bûye.
Birayê wê Elî Mihemed Hemê ji Rûdawê re axivî.
Elî diyar kir ku paşê kesekî telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye ku xwişka wan li cem wan e.
Li gorî îdiaya malbatê, dayîka Menesayê Eyşe Evdilselam di dema axaftina telefonî de karîbû demekê pir kurt bi keça xwe re biaxive.
Eyşe Evdilselam di nav rondikan de xwest ku keça wê vegere malê û got:
"Keça min demekê kurt bi min re axivî. Dema dest bi girînê kir, telefon ji destê wê girtin.
Ma dê li ser pişta zarokên 14-15 salî Kurdistan were avakirin? Bila kesên mezin herin, divê zarok neyên birin."
“Nexweşiya derûnî ya keça min heye”
Bavê wê Mihemed Hemê jî diyar kir ku nexweşiya derûnî ya keça wî heye û ji ber vê yekê piştî pola sêyem a seretayî dest ji xwendinê berdaye.
Bavê wê bangî saziyên mafên mirovan û saziyên parastina zarokan kir ku bikevin dewrê.
Malbatê her wiha diyar kir ku ji ber temenê wê yê biçûk û rewşa wê ya tenduristiyê pêdiviya Menesayê bi parastinê heye.
Malbatê bangî birêvebiriya PKKyê kir ku keça wan berde.
Li aliyê din, malbateke din a ku li heman taxê dijî îdiayeke mîna vê kir.
Jina bi navê Emîne Reşîd îdia kir ku kurê wê yê 16 salî Mehmûd Omer nêzîkî heşt mehan berê bi vî awayî winda bûye û paşê ji wan re hatiye gotin ku ew li Qendîlê ye.
Asayîş: Ti revandin çênebûye
Li aliyê din, Asayîşa Silêmaniyê îdiayên revandinê red kir.
Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Asayîşê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku piştî nûçeya di Rûdawê de hatiye weşandin, wan li ser bûyerê bi hûrgilî lêpirsîn kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîmenên kamerayên ewlehiyê yên kolana ku Menesa lê dijî hatine vekolîn û ti rûdana revandinê nehatiye dîtin.
Asayîşê diyar kir ku keça 15 salî bi daxwaza xwe ji malê derketiye û rewşa wê ya derûnî ne baş e.
Asayîşê ev zanyarî parve kir, "Piştî ku gihîştiye cihê ku dixwest biçe, pêwendî bi malbata xwe re daniye."
Li gorî daxuyaniyê, raporên bijîşkî yên derbarê nexweşiya derûnî ya Menesayê de ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatine vekolîn.
Malbata Menesayê ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, nêzîkî şeş sal in li Silêmaniyê dijî.


