Qamişlo (Rûdaw) - Li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê malnişîn ji ber krîza meaşan di rewşeke gelekî dijwar de ne.
Bi taybetî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, malnişîn piştî guherînên siyasî û rûxîna hikûmetê nikarin meaşên xwe wergirin.
Sebah Ezîz hevjîna malnişînekî nexweş e. Ew li benda meaşê malnişîniyê yê hevjînê xwe ye.
Lê ji dema ku hikûmeta berê rûxiya ye û heta niha, wê bi rêkûpêk meaş wernegirtiye.
Sebah Ezîz rewşa xwe û hevjînê xwe wiha tîne zimên:
"Bi Xwedê ez çûm min dermanê wî bi deyn anî. Min bi 160 hezar lîreyî anî. Ma çawa ez ne hewcedar bim?
Ew berê karmendê dibistanekê bû û niha bûye malnişîn. Berê nexweşiyên şekir û tansiyonê pê re hebûn, niha jî felçê li mejiyê wî daye."
“Jiyana me li ser vî meaşî ye”
Xeyîr Eldîn Enterat jî malnişînekî 65 salî ye.
Ew ji bo wergirtina meaşê xwe, ji cihekî 65 kîlometreyan dûr hatiye navendeke dabeşkirina meaşên hikûmetê ya li Qamişloyê.
Enterat berê karmendê saziya genim bûye. Ew bi hêviya ku vê carê meaşê xwe wergire hatiye navendê.
Xeyîr Eldîn Enterat li ser rewşa xwe ya aborî dibêje,"Bi rastî gelekî zehmet e xwişka min.
Em hejar in û jiyana me li ser vî meaşî ye. Em li gorî van pereyan debara xwe dikin."
Sebah û xizma xwe bi hev re hatibûn da ku meaşê xwe wergirin lê belê her kesî wekî wan destvala berê xwe da malên xwe.
Karmendên hikûmetê yên li navendê ku meaşê xelkê dabeş dikin diyar dikin ku ev biryar ne di destê wan de ye û got, "Ev biryar ji Şamê tê."
Ji bo meaşan mehane 750 milyar lîre pêwîst e
Birêvebiriya Giştî ya Sîgorteya Civakî ya hikûmeta Sûriyeyê berî niha ragihandibû ku ji bo dabeşkirina meaşên malnişînan li seranserî welêt, mehane pêwîstiya wan bi 750 milyar lîreyên Sûriyeyê heye.
Lê belê ji ber pirsgirêkên darayî, li hinek cihan heta niha meaş nehatine serfkirin.
.webp&w=3840&q=75)

