کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Dar û daristanên Şirnexê tune dikin

Ferdî Sak

Ferdî Sak

14-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ferdî Sak
Ferdî Sak14-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên dawî yên herêma Bestayê ya Şirnexê birîna daran û talana daristanan nîşan didin.

Ev bi salan e ku darên li herêmê bi “hincetên ewlehiyê” dihatin birîn.

Ev bêhtirî salekê ye ku pêvajoya çareseriyê didome û ti hincetên ewlehiyê nemane lê birîna daran û têkdana xwezaya herêmê bi destê şirketên taybet didome.

"Dest bi birîna daran kirine"

Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay li ser mijarê û got:

“Ev 6-7 sal in birîna daran bi taybetî li Şirnexê heta sînorên Sêrtê, Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê didome.

Bi taybetî hinek cerdevan û alîgirên wan van daran dibirin. Berî 3-4 rojan dîsa dîmen gihîştin destê me ku li aliyê Bestayê yê nêzîkî sînorê Sêrtê dîsa dest bi birîna daran kirine.”

Wêne talanê nîşan didin

Dar bi piranî li gund û navçeyên çiyayî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê tên birîn.

Ev wêneyên peykan ên berê û paşê yên heman deverên Şirnexê ne ku Baroya Şirnexê di raporeke xwe ya sala 2022yan de belav kirine.

Wêne karesata tenê ya salekê ya xwezaya wan herêman bi zelalî radixin ber çavan.

Baroya Şirnexê ji sala 2020î ve rewşa birîna daran dişopîne û li dijî wan kes û şirketên ku daran dibirin gilî tomar dike lê belê heta niha dozên di vî warî de bê encam mane.

"Bila me agahdar bikin"

Fadil Tay li ser xebatên hiqûqî yên dijî talana xwezayê anî zimên:

"Em wekî Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê, Komîsyona Ekolojiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji sala 2020î heta îro bi hev re li ser dozên li dijî birîna daran dixebitin.

Lê belê li ser piraniya van dozan biryara betalkirinê tê dayîn.

Bi taybetî em bangî şêniyên wan gundan dikin ku dema dîtin darên daristanan tên birîn bila me agahdar bikin da ku em li dijî wan kesan gilî tomar bikin û em nehêlin xwezaya me were talankirin."

Li gorî amarên Baroya Şirnexê, ji sala 2020î heta sala 2026an derdora ji sedî 12ê daristanên parêzgeha Şirnexê hatine birîn û talankirin.

Darên ku tên birîn bi rêya traktoran ji deverên çiyayî vediguhêzin û pişt re bi barhilgiran dibin bajarên din û difiroşin.

Birêvebiriya Daristanan a Şirnexê çi dibêje?

Li gorî agahiyên ku ku Rûdawê îro ji Birêvebiriya Daristanan a Şirnexê wergirtine, derbarê vê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Birêvebiriya Daristanan a Şirnexê red kir ku darbirîn li Şirnex û navçeyên wê berdewam dike got ku ew dîmen, dîmenên çend roj beriya niha ne û tîmên wan çûne wî cihê ku dar lê hatine birîn û raporek li ser amade kiriye û li dozgeriyê jî gilî hatiye tomarkirin.

Birêvebiriya Daristanan ragihand ku Parêzgariya Şirnexê jî ferman daye wan ku her kesekî daran bibire, dê bi awayê herî tund bê cezakirin û diyar kir ku sala 2026an ti bernameya darbirînê li Şirnex û navçeyên wê nîne.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên