Hewlêr (Rûdaw) - Endamên laşê ciwanekî 22 salî yê ji Bokana Rojhilatê Kurdistanê, ji bo 3 nexweşên ku pêdiviya wan bi çandina kezeb û gurçikan hebû hatin bexşandin.
Welatiyekî ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re got:
"Simko Gulçîniyê 22 salî, piştî ku di qezayeke trafîkê ya li ser rêya Seqiz û Bokanê de mêjiyê wî sekinî, bi razîbûna pêşwext û biryara malbata wî, endamên laşê wî ji bo wan kesên ku pêdiviya wan pê hebû hatin bexşandin."
Li gorî gotina wî kesî, her du gurçik û kezeba Simko Gulçînî dan 3 nexweşên ku demeke dirêj bû di dora çandina organan de bûn.
Ji Newroza îsal û vir ve, ev nehemîn kes e li parêzgeha Urmiyeyê ku endamên laşê xwe dibexşîne.
Heta niha 18 kesên ku pêdiviya wan bi çandina endamên laş hebû sûd ji van bexşînan wergirtiye.
Par li parêzgeha Urmiyeyê piştî ku mêjiyê 19 kesan sekinîbû, endamên laşê wan hatibûn bexşandin.
25 hezar nexweş li benda organan in
Li gorî amarên fermî yên tenduristiyê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, niha nêzîkî 25 hezar nexweş di lîsteyê de ne ji bo wergirtina endamên laş.
Salane tenê nêzîkî 800 kes endamên laşê xwe dibexşînin.
Ew kesên ku mêjiyê wan disekine, dikarin beşek ji endamên laşê xwe yên wekî dil, kezeb, gurçik, pankreas û pişikan bibexşînin wan kesên ku ji ber rawestana organên xwe li ber mirinê ne.



