Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di dema boyaxkirina derve ya avahiyekê de benê skeleya daleqandî qetiya.
Di encama vê qezayê de 2 karkerên ku ji bilindahiya qata 5an ketin xwarê mirin.
Bûyer li Taxa Dîcleyê qewimî. Muhammed Mustafa Toruntayê 18 salî û Muhammed Kizilkanê 19 salî li ser skeleya daleqandî boyaxa derve ya avahiyekê dikir.
Di wê demê de ji nişka ve benê skeleyê qetiya û her du karkerên ciwan ji qata 5an ketin ser erdê.
Li ser agahdarkirina xelkê taxê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Toruntay û Kizilkan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Lê belê her du karkerên ciwan rizgar nebûn û mirin.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn kir. Polîsan li ser vê qezaya kar lêpirsîn da destpêkirin û lêkolînên wan didomin.



