کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Şandeyeke Amerîkayê çû Kobaniyê / Wêne: ANHA

Şandeyeke Amerîkayê çû Kobaniyê / Wêne: ANHA

Kurdistan

Şandeyeke Amerîkayê çû Kobaniyê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

15-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran15-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Kobaniyê şandeyeke Amerîkayê pêşwazî kir.

Şande ji akademîsyen û pisporên ku li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dixebitin pêk dihat.

Şandeyê û Rêveberiya Xweser li ser dosyeyên entegrasyonê û bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn gotûbêj kir.

Di çarçoveya hevdîtinên navneteweyî yên li ser paşeroja herêmê de, Rêveberiya Xweser û şandeya Amerîkayê rêbazên bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn û mekanîzmayên entegrasyonê nîqaş kirin.

Her du aliyan bal kişand ser parastina ewlehiya herêmê û misogerkirina aramiya wê.

Her wiha wan destnîşan kir ku divê taybetmendiya Kurdan li ber çavan were girtin.

Kî di şandeyê de bû?

Di nav şandeyê de Seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê û Seroka niha ya Enstîtuya Angajmana Cîhanî Nadine Maenza hebû.

Her wiha Birêvebira Lêkolînan a Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Megan Bodette û Profesora Zanîngeha George Washingtonê Dr. Amy Austin Holmes jî di şandeyê de cih girt.

Dr. Amy Austin Holmes di heman demê de nivîskara pirtûka "Survivors' State" ye ku li ser Rêveberiya Xweser hatiye nivîsandin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a li Kobaniyê Ferhan Hec Îsa û Cîgira Hevserok Mizgîn Xelîl jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Beşdaran girîngiya parastina taybetmendiya Kurdan a li herêmê anî ziman û eşkere kir ku divê ewlehî û parastina herêmê were xurtkirin.

Ji bilî van mijaran, beşdaran bal kişand ser mijara jinan jî.

Wan diyar kir ku pêwîst e mafên jinan di destûra Sûriyeyê de werin naskirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên