Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu radigihîne ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê veberhênera yekem e.
Topçu şirketên Tirkiyeyê wekî "birbirê pişta serkeftinên Herêma Kurdistanê" bi nav dike.
Ew her wiha amaje pê dike ku ji bo aktîvkirina Deriyê Sînorî yê Zêtê xebat didomin.
Konsulxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê ji bo "Roja Demokrasî û Yekitiya Neteweyî ya Tirkiyeyê" (Salvegera hewldana derbeya 15ê Tîrmehê) li Dibistana Maarîfê ya Hewlêrê merasîmek li dar xist.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu di vê merasîmê de pirsên Rûdawê bersivandin.
Beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê
Konsulê Tirkiyeyê ji ber beşdarbûna nûnerên Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr a di merasîmê de kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Kek Hoşyar Zêbarî bi nûnertiya Cenabê Serok Barzanî, birêz Îdrîs Nêçîrvan Barzanî bi nûnertiya Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Sefîn Dizeyî bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî amade bûn.
Ev yek nîşana hesta yekitî û hêzê ya li dijî her cureyê terorê ye."
"Em veberhênerê yekem in"
Erman Topçu li ser pêwendiyên aborî û rola şirketên Tirkiyeyê axivî û ev agahî dan:
"Ez bi serbilindî dibêjim, stûna pişta serkeftin û bipêşketina Herêma Kurdistana Îraqê şirketên Tirkiyeyê ne.
Em li Herêmê veberhênerên biyanî yên yekem in. Hejmara şirketên me her ku diçe zêde dibe."
Deriyê Sînorî yê Zêtê
Konsulê Tirkiyeyê li ser Deriyê Sînorî yê Zêtê û hêsankariya çûnûhatina otomobîlan jî diyar kir ku pêvajoya amadekirina jêrxanê li her du aliyan dest pê kiriye û ji bo vê armancê hewl didomin.
Pirsgirêkên li Balafirgeha Sabiha Gokçenê
Gelek caran geştiyarên Herêma Kurdistanê li Balafirgeha Sabiha Gokçenê ya Stenbolê rastî astengiyan tên.
Konsulê Tirkiyeyê li ser van pirsgirêkan diyar kir: "Ew haletên ku qala wan tê kirin gelekî kêm in, ji tiliyên destan derbas nabin. Ev di demekê de ye ku bi dehan hezar kes bêyî ti pirsgirêkan geştên xwe dikin."
Topçu da zanîn ku ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, li gel Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê di nav pêwendiyê de ne.
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Erman Topçu wiha ye:
Rûdaw: Hûn dê li ser vê merasîma ku we îro organîze kiriye çi bibêjin?
Erman Topçu: Kakilê îro, 15ê Tîrmehê, demokrasî û yekitiya neteweyî ye. Ev salvegera 10emîn a wê hewldana derbeyê ya qirêj û têkçûyî ya rêxistina terorîst e. Ez îro gelekî hestyar û dilxweş bûm çimkî beşdariyeke mezin û asta bilind a hevkarên me hebû. Birêz Hoşyar (Zebarî) bi nûnertiya Cenabê Serok (Mesûd) Barzanî li vir bû. Birêz Îdrîs (Nêçîrvan Barzanî) bi nûnertiya Birêz Nêçîrvan amade bû. Birêz Sefîn (Dîzeyî) bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û her wiha hemû partiyên din ên siyasî amade bûn.
Em bi vê yekê gelekî dilxweş bûn. Piştgiriyeke mezin hebû, lewra îro ji bo me rojeke gelekî hestyar e. Ev yek nîşaneya hesta yekitî û hêzê bû li dijî her cureyê terorê, bi taybetî jî li dijî rêxistina FETOyê. Rêzdar Alîkarê Wezîrê Karên Derve taybet ji bo vê çalakiyê li Hewlêrê ye, diyar e ku beşdariya wî qîmeteke din da vê çalakiyê.
Ez gelekî dilxweş im ku me ev li Dibistana Maarîfê pêk anî. Ev dibistan nûnera tenê ya sîstema perwerdeya Tirkiyeyê ya li Îraqê ye û li Îraqê dibistana herî baş e.
Rûdaw: Wekî ku em wê pêwendiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de dibînin, gelo di maweyê du salên borî de hejmara şirketên Tirkiyeyê yên ku li vir dixebitin zêde bûye an kêm bûye?
Erman Topçu: Ez bi serbilindiyeke mezin dibêjim; stûna pişta serkeftin û bipêşketina Herêmê şirketên Tirkiyeyê ne. Em li Herêma Kurdistanê veberhênerên biyanî yên yekem in. Şirketên din jî, dibe ku ne bi lezeke gelekî mezin be jî, lê her ku diçe zêde dibin. Ew şirketên ku li vir in û dixebitin, derfetên kar diafirînin û di hemû waran de veberhênanê dikin. Em bi vê yekê gelekî serbilind in.
Rûdaw: Her di çarçoveya mijara aboriyê de, Deriyê Sînorî yê Zêtê li aliyê Herêma Kurdistanê û Deriyê Sînorî yê Rûbarok li parêzgeha Colemêrgê... Gelo dê kengî çûn û hatina otomobîlan li vî deriyî dest pê bike?
Erman Topçu: Min bi xwe serdana wî deriyê sînorî kir û ez pê dilxweş bûm. Ez dizanim ku daxwaz ji bo vê yekê heye. Niha pêvajoyekê dest pê kiriye. Divê em li bendê bin. Eger tu biçî wê derê, tu dê bibînî ku divê ji aliyê her du aliyan ve veberhênanek li jêrxanê bê kirin. Her çend niha ji bo vê rewşê ne amade be jî, lê pêvajo didome.
Rûdaw: Hejmareke zêde ji geştiyarên Herêma Kurdistanê li Balafirgeha Sabiha Gokçenê ji ber Alaya Kurdistanê û tiştên wiha tên astengkirin. Mohra qedexeya geştê ya pênc salan a ji bo Tirkiyeyê li pasaportên wan dixin. Gelo we ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewlek daye?
Erman Topçu: Divê ez bibêjim ku di warê dayîna vîzeyan de, konsulxaneya min, yek ji sê konsulxaneyên herî baş ên cîhanê ye. Ew tiştên ku em ji wê balafirgehê dibihîzin, ji tiliyên destan derbas nabin. Bîne ber çavên xwe, bi dehan hezar kes bêyî ku rastî ti pirsgirêkê bên geştên xwe yên ber bi Tirkiyeyê ve dikin. Belê, hinek rûdan hene ku diqewimin, ev li seranserê cîhanê çêdibe.
Ez nikarim têkevim nav hûrgiliyan çimkî bûyer ji hev cuda ne. Divê em behsa wê bikin ka çi qewimiye û ew kes çima hatiye rawestandin. Ji ber ku vîze garantiyê nade ku kesek biçe nav xaka wî welatî, ew tenê hêsankariyek e. Rêpêdana dawî dê ji aliyê efserê sînor ê wê derê ve be, wekî welatên din.
Lewma ez gelekî dilxweş im bi wê daxwaza ku ji bo Tirkiyeyê heye. Bi dehan hezar kes bêyî ti pirsgirêkê diçin wê derê. Ew pirsgirêkên ku te qala wan kir jî, em li gel ofîsa Birêz Sefîn (Daîreya Têkiliyên Derve) li ser wan dixebitin. Bi îzna Xwedê em dê wan çareser bikin.


