Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Karebaya Hisîçayê Ekrem Silêman ragihand ku parêzgeha Hisîçayê bi krîzeke mezin a elektrîkê re rû bi rû ye.
Ekrem Silêman destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin di xeta 230 KV (kîlovat) de ye ku Hisîçayê û Reqayê bi hev ve girê dide.
Li gorî gotina Silêman, ev xet ji aliyê teknîkî ve di rewşeke gelekî xirab de ye û nikare wekî berê elektrîkê bide herêmê.
Birêvebirê Giştî yê Karebaya Hisîçayê Ekrem Silêman bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Ekrem Silêman li ser vê mijarê got:
“Ev xet ji aliyê fenî ve nebaş e.
Ji ber vê yekê niha em dikarin bi tenê ji sedî 20ê kapasîteya pergalê bi kar bînin.
Ev yek jî dibe sedem ku li seranserî parêzgehê elektrîk kêm bibe.”
Projeyên nû û hevkariya bi Şamê re
Ji bo çareserkirina vê krîzê, Birêvebirê Elektrîkê eşkere kir ku wan bi Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û Şirketa Giştî ya Karebaya Sûriyeyê re dan û standin kirine.
Ji bo parêzgeha Hisîçayê projeyeke nû hatiye amadekirin ku xeteke nû ya elektrîkê ji Bendava Tîşrînê ber bi Hisîçayê ve were kişandin.
Bi gihîştina vê xeta nû, tê payîn ku mîqdara elektrîkê li parêzgehê zêdetir bibe û pirsgirêkên teknîkî yên li ser xeta Reqayê kêm bibin.
Silêman diyar kir ku ev proje ji bo herêmê gelekî girîng e û amadehî ji bo bicihanîna wê didomin.
Dabeşkirina elektrîkê û amarên dawî
Silêman li ser dabeşkirina elektrîkê ya li bajar û navçeyan da zanîn ku demjimêrên elektrîkê li gorî herêman diguherin.
Li hin cihan rojê 4 demjimêr, li hin cihan 6 û li hin cihan jî 8 demjimêr elektrîk tê dayîn.
Li gorî amarên ku Ekrem Silêman dan, niha Bendava Tebqayê nêzîkî 50 megawat elektrîk dide navçeyên wekî Qamişloyê, Dirbêsî, Amûdê, Tirbespî, Çilaxa, Til Hemîs û Til Koçerê.
Her wiha navçeyên wekî Şedad û Holê jî elektrîkê ji stasyona Erîşeyê werdigirin ku ew jî bi xeteke din ve girêdayiye.
Cudahiyên teknîkî yên bi Başûrê Kurdistanê re
Dema ku mijara anîna elektrîkê ya ji Başûrê Kurdistanê hat rojevê, Ekrem Silêman bal kişand ser astengiyên teknîkî.
Silêman diyar kir ku parametreyên pergala elektrîkê ya Başûrê Kurdistanê û ya Sûriyeyê ne wekî hev in.
Silêman li ser vê aloziya teknîkî da zanîn:
“Pergala me û ya wan ji hev cuda ye.
Ji bo ku em karibin elektrîkê ji wir bînin, divê stasyon û amûrên taybet werin çêkirin.
Ev kar jî lêçûneke mezin û xebateke teknîkî ya berfireh dixwaze.”
Birêvebirê Karebaya Hisîçayê di dawiyê de destnîşan kir ku heta ev projeyên nû bi dawî nebin û xetên kevn neyên nûkirin, dê krîza elektrîkê bi rengekî giştî çareser nebe.
.webp&w=3840&q=75)

