Hewlêr (Rûdaw) - Bi çendîn dronên bombebarkirî êrişî parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Yekem êriş îşev saet 08:55an hat kirin û hat têkbirin.
Paşmayên dronên teqandî li ser Cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê û çend taxên din ketin.
Di vê êrişê de tenê zererên madî çêbûn û heta niha ti agahiyên li ser mirin an jî birîndarbûnan nehatine ragihandin.
Li ser cadeyeke Hewlêrê parçeyekî dronê li otomobîlekê ket.
Li gorî vîdeo û şahidên li cihê bûyerê, di vê qezayê de jî tenê zererên madî çêbûne.
Saet 09:20an ducare dron ber bi Hewlêrê ve hatin şandin û hêzên ewlehiyê li cihê bûyeran dest bi lêkolînan kir û parçeyên dronên têkbirî kom dikin.
.webp&w=3840&q=75)


