Kobanî (Rûdaw) - Li gundê Zîrkê yê ku 35 kîlometreyan dikeve başûrê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, peydakirina ava sar bûye xewnek.
Ji ber qutbûna elektrîkê gundiyan berê xwe daye rêbazên kevin û xelk rojên gelekî dijwar derbas dike.
Gundî bi parçeyekî şil bîdonên xwe dipêçin û hêvî dikin ku hinekî av sar bibe.
Gundî dibêjin ku qutbûna elektrîkê ew gelek salan bi paş ve birine.
"Ava û elektrîka me nînin"
Gundiya bi navê Eyşa Ehmedê anî zimên ku ew neçar mane jiyana beriya deh salan bijîn û got:
"Binêrin em çend salan bi paş ve çûn. Me ev bîdon beriya deh salan bi kar dianîn. Niha ava me tune, elektrîka me tune.
Binêrin mazota jeneratoran biha ye. Me bîstan çandiye lê ne perwaneyên me hene ne jî sarincên me hene. Germa havînê ye, em dê niha çi bikin?"
Bostanên gundiyan hişk bûn
Ji ber ku bîrên avê bi elektrîkê dixebitin, qutbûna elektrîkê bû sedema qutbûna avê û hişkbûna bostanan.
Gundiya bi navê Emîne Neboyê jî qala hişkbûna bostanan kir û got:
"Bostanê me hemû hişk bû. Me berê av dida lê niha hişk bûye. Mazot jî qut bû, dema bostanê me hişk bû me jî agir pê xist."
Zarok xwe di bin siya daran de hênik dikin
Zarokên gund jî hewl didin bi rêbazên xwe li ber germa havînê li ber xwe bidin.
Ew xwe bi avê şil dikin û di bin siya daran de rûdinin da ku hinekî hênik bibin.
Zaroka gund Gulbuhar Eliyê jî got, "Hewa germ e, em xwe bi avê şil dikin û tên di siya darê de rûdinin."
"Em rezîl û riswa bûne"
Krîza elektrîkê ya 7 mehan bandoreke xerab li dikanên gund jî kiriye.
Dikandarê gund Mihemed Elî li ser rewşê da zanîn ku jiyana wan her ku diçe zehmettir dibe û wiha axivî:
"7 meh in elektrîka me tune. Ji bûyerên dawî û heta niha elektrîka me tune.
Em çi bikin, ava me tune, zarok tî ne, tiştekî me tune. Em rezîl û riswa bûne."
Soz hatine dayîn lê çareserî nîne
Li gundê Zîrkê nêzîkî 70 malbat dijîn.
Welatî dibêjin ku wan gelek caran ji birêvebiriya herêma Kobaniyê û navçeya Sirînê xwestiye ku ji wan re çareseriyekê bibînin.
Lê li gorî gotinên wan, heta niha ev hewldan û sozên ku ji wan re hatine dayîn bêencam mane.



