Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat xwestin ku vegere îdareya parêzgeha Kerkûkê û endamên wê beşdarî rûniştinên meclisa parêzgehê bibin.
Berpirsekî PDKyê jî li ser mijarê got, "Beriya vegerê em dixwazin zanibin çi li pêşiya me ye."
"Heta niha Serok Barzanî biryar nedaye"
Parlamentera serdema pêncem a Îraqê ya bazneya Kerkûkê ya fraksiyona PDKyê Necwe Kakeyiyê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Necwe Kakeyiyê da zanîn ku hikûmeta Elî Falih Zeydî bi fermî ji Serok Mesûd Barzanî xwestiye ku PDK û fraksiyona wê vegerin îdare û Meclisa Parêzgeha Kerkûkê "lê heta niha Serok Barzanî biryar nedaye."
PDK ji şêweyê hilbijartinê ne razî bû
Di hilbijartinên meclisên parêzgehan ên Îraqê yên 2023yan de, PDKyê 2 kursiyên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistin.
Lê heta niha endamên wê beşdarî rûniştinên meclisê nebûne çimkî PDK ji şêweyê hilbijartina parêzgar û serokê meclisê ne razî bû.
10ê Çiriya Pêşîn a 2024an, bêyî beşdariya PDK, Eniya Tirkmenan û beşeke Erebên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê li Otêla Reşîdê ya li Bexdayê civiyan.
Di wê civînê de parêzgar û serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.
Necwe Kakeyiyê her wiha got, "Dibe ku PDK van rojan biryara xwe bide."
Di heman demê de Berpirsê Şaxa 3yem ê PDKyê yê Kerkûkê Sîrwan Seyîd Asî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Sîrwan Seyîd Asî ragihand, "Serokatiya Meclisa Parêzgehê ji me xwestiye ku em vegerin lê me xwestiye mîkanîzma wê bê diyarkirin û divê em bizanibin çi li pêşiya me ye."
Sîrwan Seyîd Asî her wiha destnîşan kir, "Înîsiyatîvek heye lê heta niha PDKyê bersiva dawî nedaye."



