Hewlêr (Rûdaw) – Destê sibehê bi zêdetirî 5 dron û mûşekan êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin.
Li gorî wan vîdeoyên ku welatiyan ji Rûdawê re şandine, êriş li asman hatiye têkbirin.
Heta niha bi awayekî fermî ti zerer nehatine diyarkirin.
Li Helebceyê 5 teqîn çêbûn
Nûçegihana Rûdawê ya Helebceyê Sazgar Selahê diyar kir ku li derdora Helebceyê dengê 5 teqînan hatiye bihîstin.
Sedema teqînan bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin lê tê gotin ku êrişên bi dronan in.
Li Silêmaniyê kampa partiyan bû armanc
Birêvebirê Maseya Îngilîzî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Fazil Hewramî beşdarî bultena Nûrojê bû li ser êrişan agahî dan Warşîn Salihê.
Fazil Hewramî ragihand ku li Zirgiwêzê, agir bi nêzîkî kampa partiyên Rojhilatê Kurdistanê ketiye û îhtimal heye ku ew der hatibe bombebarankirin.
Hewramî her wiha anî ziman ku li rojhilatê bajarê Silêmaniyê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Li gorî agahiyan, armanca êrişên bi dronan ne bajarê Silêmaniyê bûye, kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûne armanc.
Welatiyên ji Silêmanî, Helebceyê û devera Şarezorê vîdeo û agahî ji Rûdawê re şandin.
Welatiyan da zanîn ku di demên cuda de dengê zêdetirî 5 teqînan bihîstine.


