Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku destê sibehê bi 7 mûşekan êrişî 3 deverên sînorê yên parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Di heman demê de li Hewlêrê jî 8 dron hatin teqandin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê amarên êrişên mûşekî yên vê sibehê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, saet 06:20an bi 7 mûşekan êrişî van deveran hatiye kirin:
"Bi 4 mûşekan gundê Zirgiwêzeleyê, bi mûşekekê gundê Qisirdiyê û bi 2 mûşekan jî nêzîkî Girê Kupaniyê yê li Qeredaxê hat armanckirin."
Dezgehê destnîşan kir ku tîmên wan ji bo zanîna zererên canî û madî yên êrişan lêkolînên xwe yên hûr didomînin.
Welatiyên li Silêmanî û Helebceyê danê sibehê ji Rûdawê re ragihand ku wan dengê teqînên "bihêz" bihîstiye.
Li Hewlêrê 8 dron hatin xistin
Li aliyê din, Dijîterora Kurdistanê ragihand ku danê sibehê Hevpeymanan 8 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê teqandine.
Dijîterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir:
"Li gorî agahiyan destê sibehê ji saet 04:19an heta 05:25an, hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê xistin.
Xweşbextane ti zererên canî çênebûne."
9 Pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin
Di êrişên li Silêmaniyê de Pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin.
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan em hatin bombebarankirin.
Li gorî amarên destpêkê, 9 şehîdên me hene.
Êriş bi 6 mûşekên bihêz û mezin bûn û hemû li herêmên me yên li Zirgiwêzeleyê ketin û hejmarek birîndarên me jî hene."



