Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê termê Erkan Sak piştî 9 rojan ji Çemê Xabûrê hat derxistin.
Muxtarê Gundê Xabûrê ji Rûdawê re eşkere kir ku termê ciwanê 28 salî nêzîkî hezar metreyan dûrî wî cihê ku ketibû avê hatiye dîtin.
Erkan Sakê 28 salî 9ê Tîrmeha 2026an dema li devera Komatê ya gundê Xabûrê yê Qilabanê masî digirtin, lingê wî şemitî û ket Çemê Xabûrê.
Tîmên binavger, xelkê gund û eşîrên derdorê 9 roj bûn bê navber li termê wî digeriyan.
Gundê Xabûrê bi rêya peyatî ya li ber qeraxên rûbar tenê 45 deqîqeyan ji gundê Nizorê yê Zaxoyê dûr e.
Guman dihat kirin ku avê termê wî anîbe Başûrê Kurdistanê.
Ji ber wê jî tîmên AFADê û xelkê gundê Nizorê xebatên lêgerînê li qeraxên Çemê Xabûrê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de jî dabû destpêkirin.
Termê wî hat dîtin
Muxtarê Gundê Xabûrê Segvan Tayîpogullari îro ji Rûdawê re ragihand ku termê Erkan Sak piştî 9 rojan hatiye dîtin.
Tayîpogullari eşkere kir ku termê ciwanê 28 salî nêzîkî hezar metreyan dûrî wî cihê ku ketiye çem, di gerekê de hatiye dîtin.
Wî her wiha spasiya tîman û xelkê gundên derdorê kir ku çend roj bûn bê navber li gel wan beşdarî xebatên lêgerînê dibûn.
Hevjîna wî ducanî ye
Erkan Sak berî 3 salan zewicîbû. Wî hevjîneke ducanî û kurekî du salî li pey xwe hiştin.
Her çend xebatên lêgerînê didomiyan û piştî windabûna wî bi 4 rojan li gund şîna wî hatibû danîn jî dayîk û bavê wî bi çavên bi girî bi hêvî bûn ku Çemê Xabûrê kurê wan sax an mirî li wan vegerîne.




