Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê xwişk û birayek ketin rûbar. Xwişk xeniqî, bira di rûbar de winda bûye.
Li nêzîkî Gundê Xelê yê Kopê du zarokên malbatekê yên 8 û 6 salî ketin rûbar.
Zaroka 8 salî mir
Keçika 8 salî ji aliyê xizmên wê ve ji avê hat derxistin lê belê ji mirinê rizgar nebû.
Kurikê 6 salî yê ku li ber avê çûye jî winda ye.
Cendirmeyan, tîmên AFAD û UMKEyê ji bo dîtina wî dest bi xebatên lêgerînê kiriye.



