New York (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq derbarê êrişên bi dronan ên li ser Hewlêrê bersiv da Rûdawê da û got, “Ji bo aramkirina rewşê hewl bidin.”
Farhan Haq destnîşan kir ku nabe Îran êrişî cîranan bike û biland:
“Sekreterê Giştî gelek caran ragihandiye ku nabe Îran êrişî ti welatên cîran bike.
Wekî hûn jî dizanin, wî berê jî ev yek şermezar kiriye. Em ji her cure alozî û zêdebûna girjiyan a li herêmeke ku bi xwe ne aram e dilgiran in.”
Rûdaw: Spas Farhan! Gelek êrişên bi dronan ji aliyê Îran û komên çekdar ên piştgirên Îranê ve li Herêma Kurdistana Îraqê hatin kirin. Gelek bajar bûn hedef. Gelo sedema vê yekê heye? Helwesta Sekreterê Giştî çi ye? Çima Sekreterê Giştî peyameke zelal ji bo hikûmeta Îranê naşîne da ku ji ber êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê, welatên cîran neke hedef?
Farhan Haq: Sekreterê Giştî gelek caran ragihandiye ku nabe Îran êrişî ti welatên cîran bike. Wekî hûn jî dizanin, wî berê jî ev yek şermezar kiriye. Em ji her cure aloziya zêdetir ku metirsiya gurtirkirina aloziyan li herêmeke ku bixwe ne aram e peyda dike dilgiran in.
Bê guman em bangên xwe yên ji bo hemû aliyan didomînin da ku di asta herî bilind de sebir bikin. Divê hemû alî xwe ji wan cure karan dûr bixin ku dibin sedema xerabbûna zêdetir a rewşê. Em her wiha dixwazin ku ji bo aramkirina aloziyan hewleke bilez were dayîn.



