Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên Îranê yên li Hewlêrê, geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Hewlêrê de 48 saetan hatin bipaşxistin.
Her çend Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vekirî be jî, şirketa Turkish Airlinesê biryara betalkirina geştan daye.
Bi dehan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê li balafirgehên Stenbol û Sabîha Gokçenê yên li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê asê mane.
Geştên wan welatiyan ji bo demeke ku nehatiye diyarkirin hatine bipaşxistin.
Biryara Turkish Airlinesê
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar vê sibehê ji Rûdawê re ragihand ku balafirgeh vekirî ye û geşt di dema xwe de tên kirin.
Lê belê li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şirketa Turkish Airlinesê ji aliyê xwe ve biryar daye ku geştên xwe betal bike.
Li gorî agahiyên Rûdawê, geşt 48 saetan hatine bipaşxistin û her wiha heta 24 saetên din balafirên Stenbol-Şirnexê jî tijî ne, lewma ew welatî nikarin ji Şirnexê bi otomobîlan vegerin.
Berê jî du geştên ji Amanê (Urdin) ber bi balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ve hatibûn betalkirin.



