Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Meletiya Kevn a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5 pileyan çêbû.
Li gorî amarên AFADê, erdhejê saet 06:20î rû daye.
Navenda erdhejê wekî navçeya Meletiya Kevn hat eşkerekirin û hat diyarkirin ku kûrahiya wê 15,59 kîlometre bûye.
Erdhej li navenda Meletiyê, navçeyên derdorê û her wiha li parêzgehên Xarpêt, Semsûr, Dêrsim û Rihayê jî hat hîskirin.
AFADê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û got:
"Piştî erdheja bi hêza 5 pileyan a ku saet 06:20î li navçeya Meletiya Kevn a parêzgeha Meletiyê çêbû û li parêzgehên me yên Xarpêt, Semsûr, Dêrsim û Rihayê hat hîskirin, heta niha rewşeke neyînî nîne.
Xebatên pişkinîna li qadê didomin. Em ji bo welatiyên me yên ku bandor bûne daxwaza silametiyê dikin."



