کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

ÊLIH - Ziyaretgeha Şêx Hevinda ya Kurdên Êzidî ji nû ve tê avakirin

Maşallah Dekak

Maşallah Dekak

18-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.

Maşallah Dekak
Maşallah Dekak18-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Êlih (Rûdaw) - Ziyaretgeha Şêx Hevinda ya li bajarokê Awîskê yê Qubîna Êlihê ku ji ber bêxwedîtiyê kavil bûye niha ji nû ve tê avakirin.

Hîmê ziyaretgehê bi beşdariya rayedarên dewleta Tirkiyeyê, Mîrê Êzidiyan û xelkê hat danîn û di merasîmê de dua hatin kirin.

Piştî 40 salan hîmê ziyaretgeheke Kurdên Êzidî hat danîn. Bi merasîmeke taybet projeya avakirina Ziyaretgeha Şêx Hevind dest pê kir.

“Heqê wan li ser me heye”

Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu li ser jinûveavakirina ziyaretgehê axivî û got:

“Em îro bi rastî jî bi kelecan in. Em zaf dixwazin ev der ava bibe. Êzidî dostên me ne, dostên bav û kalên me ne.

Di dema xwe de çûne xerîbiyê û koçber bûne. Lê ev memleket memleketê wan e, heqê wan jî li ser me heye.”

Banga naskirina fermî

Di merasîma ji nû ve avakirina Ziyaretgeha Şêx Hevinda de Wezîrê Werzişê yê Tirkiyeyê, Mîrê Êzidiyan û rayedarên Wezareta Çandê jî amade bûn.

Mîrê Êzidiyan banga naskirina fermî ya Êzidiyan li dewleta Tirkiyeyê kir.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg got:

“Em pê kêfxweş in ku Êzidiyên me ji welatên Ewropayê werin vê ziyaretgehê, urf û adetên xwe û merasîmên dînî bi cih bînin.

Lê em dixwazin Êzidî li Tirkiyeyê wekî diyanet werin naskirin, eynî wekî Îraqê. Divê em di destûrê de werin naskirin.”

“Dê 6 mehan bidome”

Cemîl Ekîncî xwediyê keda projeya Ziyaretgeha Şêx Hevind e.

Wî 5 salan hewl daye ku vê projeyê bide pejirandin û di dawiyê de gihiştiye armanca xwe.

Cemîl Ekîncî li ser dema projeyê ev agahî dan:

“Ev proje dê 6 mehan dewam bike. Avakirina wê dê 6 mehan dewam bike. Dê meha 2yan yan jî meha 3yan xelas bibe.”

Berê li derdora Qubînê 14 gundên Kurdên Êzidî hebûn.

Lê piraniya niştecihên van gundan piştî salên 1980yî koçî çar aliyên cîhanê kir. Wan bi taybetî jî berê xwe da Almanyayê.

Pirsên