Hewlêr (Rûdaw) - Nurettîn Demîrtaş ragihand ku diyarkirina statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan wekî "serokê dan û standinkar" mercê herî girîng ê serkeftina "Yasaya Çarçoveyê" û paşeroja pêvajoya çareseriyê ye.
Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Nurettîn Demîrtaş hişyarî da ku eger AK Partî bi awayekî yekalî yasayê amade bike, dê reform bêwate bimînin.
Nurettîn Demîrtaş di hevpeyvîneke taybet a li gel televîzyona Medya Haberê de li ser pêvajoya çareseriyê û qonaxa yasayî ya pêvajoyê axivî.
Demîrtaş diyar kir ku heta niha ti agahiyên fermî yan jî reşnivîsa yasaya pêvajoyê negihîştine ber destê wan.
Nurettîn Demîrtaş rexne li “berdewamiya tecrîda li ser Abdullah Ocalan” girt û got:
"Hikûmet peyamê dide ku li gel Birêz Ocalan di nav gotûbêjan de ye lê ev 56 roj in ti pêwendiyên fermî nehatine danîn an jî serdana Heyeta Îmraliyê pêk nehatiye."
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê li ser daxwazên ji bo "Yasaya Çarçoveyê" jî da zanîn:
"Divê statuya Abdullah Ocalan wekî serokê dan û standinkar bi yasayê were garantîkirin û jîngeheke tendurist û azad ji bo xebata wî ya li Îmraliyê were dabînkirin.
Statuya birêz Ocalan xala herî girîng a bipêşketina pêvajoyê ye."
Demîrtaş destnîşan kir ku divê ev yasa rê li ber vegera hemû kesên ku wekî endamên PKKyê tên naskirin veke ku bêyî cudahî tevlî jiyana siyasî û demokratîk bibin.
Nurettîn Demîrtaş tekez kir ku divê hemû parlamenter, şaredar û siyasetmedarên girtî werin berdan û yên li sirgunê ne jî vegerin.
"Demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê"
Demîrtaş her wiha got:
"Ev pêvajo tenê ne meseleya çekdanîna gerîlayan e.
Divê ev bibe deriyek ji bo demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê û guherandina hişmendiya sed salî ya dewletê ya li hemberî Kurdan."
Nîqaşên li ser veguhastina pêvajoyê ya zemîneke yasayî li Parlamentoya Tirkiyeyê gihîştine qonaxeke hestyar.
Gotinên berpirsên Qendîlê nîşan didin ku di navbera nêrîna Enqereyê ya ku giraniyê dide çekdanîna bilez û nêrîna PKK û DEM Partiyê ya ku daxwaza misogeriya hiqûqî û statuya Ocalan dikin de hîn jî nakokiyên kûr hene.



