کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Qadeke petrolê ya li Kerkûkê / Wêne: Reuters

Qadeke petrolê ya li Kerkûkê / Wêne: Reuters

Kurdistan

Petrola Kerkûkê dê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê were hinartin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Petrola Bakur ragihand ku wan hemû amadehiyên xwe yên teknîk û endazyariyê ji bo destpêkirina wergirtin û hinartina petrola xav a Kerkûkê temam kirine.

Ev petrol dê bi rêya xeta stratejîk a boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve were hinartin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê jî dibêje, hinartina ducare li gorî wê peymanê ye ku li gel Herêma Kurdistanê kirine.

Şirketa Petrola Bakur doh di daxuyaniyekê de eşkere kir ku pêgehên teknîk û endazyariyê hemû karên xwe li gorî planan kirine.

Li gorî daxuyaniyê, niha amadehiyên ji bo karkirina sîstemê bi dawî bûne.

Biryar e destpêkê boriya 40 înçî were tijîkirin da ku petrol bigihêje stasyona IT1Ayê.

Pişt re dê bi rêya boriya 46 înçî û bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar, pêvajoya ceribandina karkirina temam were kirin.

Li gorî daxuyaniyê, stasyona IT1Ayê niha amade ye ku rojane 300 heta 350 hezar bermîlî petrola xav wergire û hinarde bike.

Ev jî di çarçoveya amadehiyan de ye ji bo destpêkirina hinartina petrolê ya bi rêya sîstema bakur.

Şirketa Petrola Bakur diyar kir ku ev pêngav beşek ji hewldanên Wezareta Petrolê ye ji bo nûjenkirina sîstema hinartinê ya bakur û bihêzkirina şiyanên karkirinê.

Her wiha ji şirket û aliyên piştgir xwestiye ku pêbendiyên xwe yên peymanê temam bikin da ku li gorî xişteyên diyarkirî dest bi karan were kirin.

Peymana Hewlêr û Bexdayê

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rûkabî ji Rûdawê re ragihand:

"Bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê dê ducare dest bi hinartina petrola qadên Kerkûkê ya ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê were kirin.

Ev jî li gorî wê peymana di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de ye û lihevtêgihîştin hatiye îmzekirin."

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê li pey çû:

"Boriyên Îraqê yên ku rasterast petrolê vediguhêzin Bendera Ceyhanê kevn bûne.

Piştî sala 2014an karên wan sekinîne û borî heta niha jî di qonaxa nûjenkirinê de ne."

Şiyana hilberîn û veguhastinê

Şirketa Petrola Bakur rojane nêzîkî 325 hezar bermîlî petrola xav li qadên parêzgeha Kerkûkê û navçeyên derdora wê hildiberîne.

Beşeke zêde ya vê petrolê ji bo pêdiviyên navxwe û parzûngehan tê bikaranîn.

Şiyana karkirinê ya stasyona IT1Ayê rojane 300 heta 350 hezar bermîlî ye.

Ev jî tê wê wateyê ku gava xet bi temamî bikeve kar, dikare piraniya petrola qadên Kerkûkê veguhêze.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên