Hewlêr (Rûdaw) - Piştî qutbûna bi çend salan şeva şemiyê ava Stasyona Elokê gihîşt Stasyona Hemeyê ya li bakurê Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê.
Armanc ew e ku di demeke nêzîk de careke din av ji bo taxên bajêr bê berdan.
Boriyên şikestî tên nûkirin
Niha li Stasyona Elokê ji bo ceribandinê 19 bîr û 4 pompe dixebitin.
Ji aliyekî din ve, Birêvebiriya Avê ya Hisîçayê jî dixebite ku destwerdanên qeçax ên li ser xetê rake û boriyên şikestî çak bike.
Ev xeta avê ji Stasyona Elokê ya Serê Kaniyê dest pê dike û heta Stasyona Hemeyê dirêj dibe.
Av dê ji taxên Hisîçayêre bê berdan
Dema qonaxa ceribandinê bi dawî bibe û depoyên Stasyona Hemeyê tije bibin, dê av ji taxên Hisîçayê re bê berdan.
Lê belê beriya wê, divê bê piştrastkirin ku xetên veguhastinê bi temamî amade ne.
Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê roja şemiyê da zanîn, dema hemû ceribandin biqedin ew dê daxuyaniyekê bidin raya giştî.
Her wiha divê pispor paqijiya avê pesend bikin.
Saziyê diyar kir ku ew dê wê demê bi fermî ragihînin ku stasyon ketiye xizmetê û ava wê ji bo vexwarinê guncav e.



