Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê mînîbusa servîsa xwendekaran û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 17 jê xwendekar bi giştî 19 kes birîndar bûn.
Mînîbusa servîsê ya bi plakaya 34 BNC 160 a di bin kontrola Nedîm T. de û otomobîla bi plakaya 07 BOF 189 a ku Veysî S. diajot, li nêzîkî gundê Qirtê li hev qelibîn.
Hat zanîn ku xwendekarên di servîsê de li navendeke taybet a perwerde û rehabîlîtasyonê dixwînin.
Di vê qezayê de 19 kes birîndar bûn ku 17 ji wan xwendekar in.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê midaxeleya ewil li cihê bûyerê kir û pişt re birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li navenda bajêr.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê dest bi lêkolînê kir.



