Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber qulibîna otomobîlekê 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 23 ET 791 a ku Sedat Gumuştaşê 41 salî diajot, di kîlometreya 35an a rêya Siwêreg û Wêranşarê de ji rê derket û wergeriya şerampolê.
Piştî ku agahî gihîşt tîman, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de ajokar û kesên bi navên Bayram Gumuştaş (51), Îlyas Gumuştaş (29) û Abdurrahman Gumuştaş (46) birîndar bûn.
üTîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e û metirsiya mirinê li ser wan nîne.



