Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de zarokekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Otomobîla bi plakaya 34 DZ 2081ê û otomobîla bi plakaya 34 BBJ 58an li ser rêya Midyad û Nisêbînê li hev qelibîn.
Heta niha nasnameya şofêrên her du otomobîlan nehatiye zanîn.
Di qezayê de Emîn Ş. (42), Fatma Ş. (31), Şehmus K. (22), Ayşegul A. (17), Hîranur A. (14), Ramazan Ş. (10), Asiye Ş. (8) û Yakup Ş. (2) yên ku di otomobîlan de bûn, birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Ji birîndaran Yakup Şyê 2 salî Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê tevî hemû hewldanên bijîşkan mir.



