Hewlêr (Rûdaw) - Doh baregeha yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Hewlêrê bi dronê hat bombebarankirin.
Berpirsekî partiyê îdia dike ku bedena 9 Pêşmergeyên wan şewitiye. Wî her wiha da zanîn ku di "madeya teqemeniyê de fosfora spî hatiye bikaranîn."
Baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) demjimêr 02:00yê berbanga 19ê Tîrmehê hat bombebarankirin.
Ev baregeh li nêzîkî Kampa Dareşekranê ye ku nêzîkî 50 kîlometreyan ji bajarê Hewlêrê dûr e.
Endamê Serkirdatiya PAKê Edîb Xalidiyan li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Edîb Xalidiyan got, "Bombebaran bi dronekê bû lê belê madeya wê ya teqemeniyê ji hemû dronên berê cudatir bû. Agir û bandora wê jî cuda bû."
"Bedena 9 Pêşmergeyan şewitiye"
Edîb Xalidiyan diyar kir ku di encama êrişê de 9 Pêşmergeyên wan birîndar bûne û bedena wan şewitiye û got:
"8 ji wan veguhastine nexweşxaneyê û niha tên dermankirin. Rewşa tenduristiyê ya 4 ji wan ne baş e."
Endamê Serkirdatiya PAKê bal kişand ser bikaranîna fosfora spî û wiha pê de çû:
"Di teqemeniya dronê de madeya fosfora spî hatiye bikaranîn. Em bi xwe ji vê yekê piştrast in.
Agirê mezin, firehiya cihê ku agir pê ketiye û birîna birîndaran vê yekê ji me re piştrast dikin."
Fosfora spî madeyeke kîmyayî ye. Hema ku bi oksîjena hewayê re dikeve têkiliyê, ji ber xwe ve agir pê dikeve û heta bi temamî neşewite agirê wê venamire.
"Em li benda rapora bijîşkî ne"
Edîb Xalidiyan li ser rapora bijîşkî ev agahî dan:
"Me bi bijîşkan re qala vê mijarê kir bê ka gelo birîna birîndaran ji ber fosfora spî ye yan na. Lê belê dem pêwîst e û em jî li benda rapora bijîşkî ne."
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yek ji hêzên Rojhilatê Kurdistanê ye ku baregehên wan li Herêma Kurdistanê ne.
Li gorî amarên wan bi xwe, ji 28ê Sibatê ve ji ber "êrişên Îranê 2 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 26 jî birîndar bûne."
Fosfora spî û qanûnên navneteweyî
Her çend di qanûnên navneteweyî de bikaranîna fosfora spî ya di eniyên şer de tenê ji bo "çêkirina dûxanê û ronîkirinê" destûrdayî be jî, bikaranîna wê ya wekî çek li ser herêmên niştecihbûnê "sûcê şer" tê hesibandin.
Sedema vê yekê vedigere metirsiyên wê yên kujer.
Pîleya germa şewatê ya vê madeyê digihîje ser 800 pîleyên santîgradê.
Dema ku bi bedena mirovan dikeve, çerm, goşt û heta hestiyan jî dişewitîne.
Tevî ku bi avê venamire, dûxana wê jî gelekî bijehr e. Ew dibe sedema şewitîna pişikan, xeniqîn û jikarketina kezeb û gurçikan.
"Binpêkirineke eşkere ya qanûnan e"
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Li gorî dîtin û pişkinîna 9 Pêşmergeyên birîndar ên êrişê û agirê berfireh ê li derdor û cihê armancgirtî, di wê teqemeniya ku di êrişê de hatiye bikaranîn de fosfora spî hebûye.
Ev êriş ne tenê sûcek e. Di heman demê de binpêkirineke eşkere ya prensîbên sereke yên qanûna mirovî ya navneteweyî ya di dema şer de ye."



