Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê şehîdketina Pêşmergeyekî xwe yê birîndar ragihand.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Pêşmergeyekî wan ê din ê ku di êrişa 17ê Tîrmehê de birîndar bûbû şehîd ketiye.
Li gorî daxuyaniya Komeleyê, Ebûbekir Hoşengî di encama êrişa Îranê ya li baregehên wan ên li Zirgiwêzeleyê bi giranî birîndar bûbû.
Di daxuyaniyê hat gotin:
“Ebûbekir Hoşengî piştî ku çend rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber giraniya birînên xwe mir.”
Hejmara miriyan gihîşt 10 kesan
Bi mirina Ebûbekir Hoşengî re, hejmara Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê yên ku di êrişê de şehîd ketin gihîşt 10 kesan.
Îranê saet 06:00ê serê sibehê ya 17ê Tîrmehê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li Zirgiwêzeleyê ya li Silêmaniyê kiribû.
Di êrişê de 9 Pêşmerge şehîd ketinbûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.


.webp&w=3840&q=75)