Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kes dema ku gêlaz kom dikirin, ji ser daran ketin û mirin.
Welatiyekî ji gundê Balûyê yê bajarê Urmiyeyê ji Rûdawê re ragihand:
“Li gel destpêkirina demsala komkirina gêlazan, bûyerên ketina ji ser darên gêlazan zêde dibin.
Di nava 3 rojan de 2 ciwanên ji parêzgeha Urmiyeyê dema ku gêlaz kom dikirin, ji ser daran ketin û mirin.”
Hat diyarkirin ku yek ji wan kesan bi navê Ş.N.P xelkê gundê Balûyê bû.
Qurbaniyê din jî bi navê P.E xelkê herêma Enzelê û bavê 3 zarokan bû.
Parêzgeha Urmiyeyê bi gêlazên xwe navdar e.
Salane li Urmiyeyê nêzîkî 18 hezar ton gêlaz tên hilberandin ku piraniya wan li navçeya Şinoyê ne.

.webp&w=3840&q=75)

