Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Efrînê yên ku vegeriyane ser mal û milkên xwe dibêjin berhemên wan ên çandiniyê hîn jî rastî dizî û talanê tên.
Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, koçberên Efrînê yên ku vegeriyane ser mal û milkên xwe da zanîn ku demsala komkirina simaqê li herêmê dest pê kiriye.
Lê belê berhemên wan ji aliyê Erebên hawirde ve tên dizîn.
Erebên hawirde beriya dema xwe berheman kom dikin û dibin difiroşin.
Kesên vegeriyayî her wiha didin zanîn ku ev kiryar li gelek gundên Efrînê tên kirin.
Wan amaje bi wê yekê kir ku xelkê hîn ti sûd ji berhemên xwe yên çandiniyê nedîtiye.
Di heman çarçoveyê de, welatiyan amaje bi wê yekê kir ku ew sozên ji bo vegerandina mal û milkên koçberên vegeriyayî hatibûn dayîn, bi temamî nehatine bicihanîn.
Wan tekez kir ku gelek mal û zevî hîn jî di bin kontrola Erebên hawirde de ne.
Her wiha çavkaniyên xwecihî ragihand ku karên dizî û talanê li navenda bajarê Efrînê û çoltera wê didome.
Di nav xelkê de xwestekên ji bo bidawîanîna van binpêkariyan û vegerandina mafan ji xwediyên wan re hene.
Berê darên zeytûnan ên xelkê Efrînê ji aliyê Erebên hawirde ve dihatin hilkişandin û firotin.

.webp&w=3840&q=75)

