Hewlêr (Rûdaw) - Êrişî tesîseke civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û di encama êrişê de birîndar hene.
Li gorî agahiyan, bûyer êvarî li tesîseke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Fîskayayê çêbûye.
Hat ragihandin ku kes an jî kesên çekdar çûne tesîsê û bi çekan êrişî karmendan kiriye.
Di encama êrişê de 2 karmendên tesîsê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, karmendek ji destê xwe û yê din jî ji lingê xwe birîndar bûye.
Birîndar piştî êrişê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
DEM Partî dê daxuyaniyê bide
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê sibe saet 13:00an li tesîsa ku êriş lê hatiye kirin daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

.webp&w=3840&q=75)

