Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi armanca destpêkirina rêkarên vekirina konsulxaneya welatê xwe hat Herêma Kurdistanê.
Birêvebirê Birêvebiriya Kar û Barên Konsulxaneyê yê Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyeyê Mihemed Yeqûb Omer li ser hesabê xwe Xê ragihand:
"Îro bi rênimayiya birêz Wezîr û li gel şandeyeke Wezareta Karên Derve û Koçberan, em ber bi Hewlêrê ve bi rê dikevin ku gava yekem a ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyeyê biavêjin.
Konsulxane dê xizmeta xizmên me yên li Kurdistana Îraqê bike û dawî li zehmetiyên wergirtina xizmetguzariyên konsulxaneyê bîne."
Bi dehan hezar welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li bajarên Herêma Kurdistanê dijîn.
Ji bo birêvebirina kar û barên xwe yên wekî nûkirina pasaport û belgeyên fermî, pêdiviya wan a zêde bi hebûna konsulxaneya Sûriyeyê ya li Hewlêrê heye.
Di heman demê de, Hewlêr û Şam dixwazin pêwendiyên xwe yên di warên cuda de zêdetir bi pêş bixin.

.webp&w=3840&q=75)

