Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê angaştên girtina asmanê bajêr a li ber geştên asmanî red kirin.
Her wiha birêvebirên balafirgehên Kerkûk û Silêmaniyê jî ragihand ku geşt didomin.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand. "Asmanê Hewlêrê ji geştên asmanî re vekirî ye."
Îşev bi çend dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin lê hemû ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin xistin.
Li hêla din, Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyên ê Balafirgeha Kerkûkê Herdî Semed diyar kir ku rewşa Kerkûkê asayî ye û geşt di dema xwe de tên kirin.
Çavkaniyekê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya li Silêmaniyê jî ji Rûdawê re ragihand ku asmanê bajêr ji geştan re vekirî ye.
Wê çavkaniyê anî ziman ku piraniya geştan rojane tên kirin lê hinek şirketên balafiran geştên xwe betal kirine.
Rawestandina geştên şirketên Tirkiyeyê
Êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê yên rojên dawî bûn sedema betalkirina geştên çend şirketên balafiran.
Hêlên asmanî yên Tirkiyeyê yên wekî Turkish Airlines, Pegasus û AJetê 17ê Tîrmehê geştên xwe yên ji bo balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê rawestandibûn.
Berê geşt heta 20ê Tîrmehê hatibûn rawestandin, pişt re ev dem heta 22yê Tîrmehê hat dirêjkirin.
Li gorî biryarê, eger dem neyê dirêjkirin divê 23yê Tîrmehê şirketên Tirkiyeyê dest bi geştên Herêma Kurdistanê bikin.
Berpirsekî pilebilind ê Balafirgeha Hewlêrê li ser vê mijarê got:
"Em rojane li gel şirketên Tirkiyeyê di pêwendiyê de ne lê heta niha ew bi xwe jî ne piştrast in ka dê 23yê Tîrmehê dest pê bikin yan dê rawestandin were dirêjkirin."
Fly Erbil geştên xwe didomîne
Lê belê şirketên din ên balafiran geştên xwe didomînin.
Pisporê sektora balafirvaniyê yê Fly Erbilê Muhened Ehmed Mîr ragihand ku geştên wan ên welatan berdewam dikin.
Muhened Ehmed diyar kir ku îşev geşteke wan a Kopenhaga paytexta Danîmarkayê hebûye û sibe jî dê 2 geştên Almanyayê û geşteke Stenbolê hebin.
Li ser rewşa Kerkûkê jî Herdî Semed da zanîn ku ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê (28ê Sibatê), geştên şirketên Tirkiyeyê ji bo balafirgeha wan hatine rawestandin.
Wî her wiha anî ziman ku ji xeynî şirketên Tirkiyeyê, rojane bi rêya Hêlên Asmanî yên Îraqê geştên wan ên Tirkiyeyê hene.
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve, 927 dron û mûşek avêtine Herêma Kurdistanê.
Di van êrişan de 30 kes şehîd ketin û 148 kes jî birîndar bûn.
.webp&w=3840&q=75)


