Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li navçeya Şehbayê ya Helebê 7 Kurd girtin.
Bûyer doh li gundê Nêribiyê yê navçeya Şehbayê qewimî.
Endamekî malbata girtiyekî ev agahî ji Rûdawê re piştrast kir.
Li gorî agahiyên ku malbatan dane Rûdawê, navên wan 7 Kurdên ku hatine girtin ev in:
Ebdulcewad Ebdulqadir, Ebdulcelîl Meho, Mihemed Nûrî Meho, Mihemed Selah Welo, Hesen Selah Welo, Eyad Welo û Xalid Qadir.
Dest danîn ser telefon û motorsîkletan
Çavkaniyê da zanîn ku hêzên hikûmetê di dema girtinê de dest daniye ser tiştên wan.
Hat zanîn ku hêzên Sûriyeyê dest daniye ser telefonên wan û 6 motorsîkletên wan.
Li ser hincetên girtina van kesan jî hinek agahî hatin eşkerekirin.
Çavkaniyê da zanîn ku ev kes bi hincetên "Pêwendiya bi PKKyê re" hatine girtin.
Her wiha hat gotin ku hinek ji wan berê jî hatibûn girtin lê ew li hemberî dayîna pereyan hatibûn berdan.
Wî endamê malbatê vîdeoyek jî ji Rûdawê re şandiye.
Hat diyarkirin ku ev vîdeo di dema girtina wan kesan de hatiye girtin.


