Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed bi birêvebirên nû yên herêmên Serê Kaniyê, Qamişlo û Dêrikê û navçeyên Çilaxa û Holê re civiya û di civînê hat gotin ku divê kar û barên welatiyan bileztir bibin.
Ev civîn piştî destbikarûbûna birêvebirên nû hat lidarxistin.
Parêzgarê Hisîçayê bixêrhatina birêvebirên nû kir û di kar û erkên wan de ji wan re serkeftin xwest.
Pêwîstiya xizmetguzariyan
Nûredîn Ehmed di civînê de bal kişand ser girîngiya xebata hevpar û xizmetkirina welatiyan.
Wî xwest ku kar û barên birêvebirinê li gorî berjewendiyên giştî bi pêş bikevin.
Nûredîn Ehmed da zanîn ku divê birêvebir li nava qadê bin û guh bidin daxwaz û pêdiviyên xelkê.
Wî ji amadebûyan xwest ku kar û barên welatiyan zûtir werin meşandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan hevkariyeke baş hebe.
Bi gotina wî bi vî awayî dê asta xizmetguzariyên li herêm û navçeyan baştir bibe.
"Divê prensîbên şefafiyetê werin xurtkirin"
Parêzgarê Hisîçayê her wiha destnîşan kir ku divê di qonaxa nû de hewldanên xizmetê zêdetir bibin.
Wî da zanîn ku divê prensîbên şefafiyet û berpirsyariyê werin xurtkirin.
Nûredîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, "Bi vî rengî em dikarin bersiva hêvî û daxwazên welatiyan bidin û performansa saziyan bilindtir bikin."



