Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya Herêma Kurdistanê Radu Butum xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Nêçîrvan Barzanî ji ber bidawîbûna erkê wî yê li Herêma Kurdistanê bi Radu Butum re rûnişt.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji bo bipêşxistina pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê "spasî û qedirdayîna xwe” pêşkêşî Radu Butum kiriye.
Her wiha di erkê wî yê paşerojê de jê re serkeftin xwest.
Xurtkirina pêwendiyan
Radu Butum jî "ji bo wê hevkarî û piştgiriya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine” spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.
Butum her wiha bal kişand ser xwesteka Yekîtiya Ewropayê ya ji bo xurtkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re.


