Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pileyên 729 efserên Hêzên Asayîşa Navxweyî hatin bilindkirin.
Ew efser bi ser Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew ferman îmze kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Derxistina vê fermanê xwe dispêre Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê."
Tedbîrên pêwîst hatin girtin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû wan efseran dema xwe ya yasayî temam kiriye û tedbîrên pêwîst ên ji bo bilindkirina pileyên wan li Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê, “Ev ferman dê ji îro pê ve were bicihanîn.”
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vî rengî ye:
"Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî îro fermana herêmî ya ji bo bilindkirina pileya 729 efserên Hêzên Asayîşa Navxweyî yên bi ser Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve îmze kir.
Derxistina vê fermanê xwe dispêre Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî wê yekê ku hemû wan efseran dema xwe ya yasayî temam kiriye û tedbîrên pêwîst ên ji bo bilindkirina pileyên wan li Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê hatine girtin.
Ev ferman, dê ji îro pê ve were bicihanîn."



