Hewlêr (Rûdaw) - Stasyona avê ya Elokê ya li bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna şandeyeke fermî ya ji parêzgeha Hisîçayê piştî 7 salan ji nû ve dest bi kar kir.
Ev stasyon 7 sal in ji kar ketibû û bi armanca dabînkirina ava vexwarinê ji bo bajarê Hisîça û gundewarê wê careke din hat vekirin.
Vekirina stasyonê piştî qedandina xebatên çakkirinê yên alav û xetên avê pêk hat.
Beriya 2 rojan ji bo ceribandinê dest bi pompekirina avê ya ber bi bajarê Hisîçayê ve hat kirin.
Piştî ku testên teknîkî biqedin dê stasyon bi temamî dest bi xebatê bike.
Krîza avê sivik bibe
Tê çaverêkirin ku karkirina stasyona Elokê krîza ava vexwarinê sivik bike ku bi sed hezaran kes di van salên borî de ji ber wê dinaliyan.
Bi vê yekê re dê bajarên Hisîça û Til Temirê gav bi gav û bi awayekî rêkûpêk avê werbigirin.



